Qenala NRT li ber derê nexweşxaneya Dihokê bi awayek zindî veguhestina birîndarên Şêledizê yên ji bo nexweşxaneyê di weşand. Asayîşa Dihokê peyamnêr û kameramanê NRT girtin û dest danîn ser kel û pelên wan.
NAVENDA NÛÇEYAN– Hêzên Asayîşa Dihokê êrîşê peyamnêr û kameramanê NRT yên ku li ber derê nexweşxaneya Dihokê, nûçeya kesên ku di xwepêşandanên Şêledizê de birîndar bûyîn di şopandin, kirin. peyamnêr û kameramanên televziyona NRT ji aliyê asayîşê ve hatin binçavkirin.
Qenala NRT li ber derê nexweşxaneya Dihokê bi awayek zindî veguhestina birîndarên Şêledizê yên ji bo nexweşxaneyê di weşand. Asayîşa Dihokê peyamnêr û kameramanê NRT girtin û dest danîn ser kel û pelên wan.
Îro kanala NRT bi awayek zindî û çalak xwepêşandanên li Şêledizê ji raya giştî re radigand. Balkêş bû ku gelek qenalên din yên Başûrê Kurdistanê ku nêzîkî desthilatê ne, behsa bûyerên li Şêledizê nedikirin û ji nedîtîve dihatin.