NAVENDA NÛÇEYAN
Têkoşîn yek e, berxwedan yek e, dijmin yek e. Bi şerek topyekûn ve yê ku êrîşê me dike heman dijmin e. A yekî li Bakurê Kurdistanê ye, ya din jî li Rojava. Berxwedana Kobanê yê ku di 14ê Îlona 2014an de dest pê kiribû, destan nivîsand. Berxwedanên Kobanê yê ku Kurdan sînor nasnekiribû, silav da Şoreşa Rojava. Saleke şûnde, di 14ê Kanuna 2015an de Berxwedana Cizîrê dest pê kir. Cizîra Botan, ji bo Kurdan sembola dîrokê û berxwedanê ye. Cizîra Botan, “Dilê Kurda ye“. Cizîr, ji duhê hetanî îro sembola berxwedanê ye û li quntara Cudiyê cih û warê Mem û Zîn e. Cizîra Botan, axa egîd û mêrxasan û ya mîran e. Cizîra Botan, dîroka sedsalî yên Kurda ne. Cizîra Botan; axa şervanên ku Mem şervanên wan û Zîn jî Kurdistanê wanê ne.
Berxwedan yek bû; giyanên şervanên ku di oxira welat de canên xwe didin jî yek in. Arîn Axîn bû; Axîn jî Arîn.
Kobanê, berxwedana ku ji Kurdan re şoreş da nasîn e. Ji bo Kobanê, çi were gotin ku? Berxwedana ku Kurdistan kir yek û dûrî û sînoran bêwate kiriye ye. Hevalekî me yê ku navê wî nehat zanîn, piştî DAÎŞ têk çûn, termê wî hevalî ji aliyê hevalên wî ve hat dîtin. Ev çawa were vegotinê? Canên ku bi salane termên wan nehatin dîtin û lê were dîtin jî nasnameyên wan nekarîn tespît bikinê ne. Ev, di nav berxwedanê de lehengên nayên zanîn in. Nasnameyên wan, berxwedan û baweriya wan e. Belku tenê wêneyek hiştibe heval, lê belê heya dawiya berxwedana xwe û şehîdketinê jî kleşa xwe bernedaye. Heya guleya dawî û bi ser de di dema şehîdketinê de jî ber çavan e ku berxwe didin.
Heval Aliyê ya YPSê, Ercan Bîşkîn; Alî, di 19 saliya xwe de dilek ciwan bû. Dema ku dayika Alî vedigot; “ Ji kevokan û partiyê gelek hezdikir“. Alî, gelek ji kevokan hez dikir, ji ber ku di hesreta azadiyê de bû. Ji partî hez dikir, ji ber ku dizanibû ku tenê partî dikaribû wî bibe azadiyê. Alî dema ku di qata jêrzemînê de ye dayika xwe digere û dayika wî dibêje ku “ Kurê min hûn ne birçî ne? Ka werin malê“. Alî jî bersiv dide û dibêje;“Carek din ji bo vî tiştî min negere“. Alî, heya dawiyê berxwe da û ji dayika xwe re jî gotibû ku “Em birçî ne, dibe ku em şehîd jî bikevin lê belê berxwedan jiyan e“. Di herî dawiyê de ji dayika xwe re dibêje: “ Heke ez şehîd bikevim jî alek kesk û sor û zer biavêjin ser min“. Heval Aliyê YPSî, bi wêneya xwe yê dawî re xwe xeritand li bîra me. Alî, heya dawiyê berxwe dide; leşkerên Tc a dagirker bi tank û topan êrîş bi qata jêrzemînê dike û hemû hevalên wî jî şehîd dikevin. Alî jî, ji bo ku bi guleya dijmin şehîd nekeve û nekeve destê wan, gule li serê xwe dide, şehîd dikeve û kleşa wî jî di destê wî de dimîne. Alî, li Cizîrê şehîdê berwedanê dibe.
Ew wêneya yê berxwedêr ê ku li Kobanê şehîd ket û navê wî nehat zanîn û yê Aliyê YPSî heman in. Çîrokên wan ên berxwedanê, li vir dibe yek.
Dibe ku cihên her du wêneyê jî cuda bibe lê belê hêvî, bawerî, şer û pevçûnên du clwanên Kurd, her çiqas hev nedîtîbin jî di heman çarçevoyê de dibin yek. Di dema mêzekirina van wêneyan de, peyv, wateyên xwe wenda dikin. Rakirina çekên van hevalên ku riya berxwedanê nîşanê me dan û çekên xwe bernedan, ji ciwanên Kurd re man. Di salvegera azadkirina Kobanê de, divê bi vê berxwedanê ve berxwedana wan silav bikin.
Faraşîn Sîdar