Xwendakara Fakulteya Dadê ya Pola sêyemîn Zehra Betul BULUT, doza ku li hemberî Zanîngeha Yalovayê vekiribû, qezenc kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Xwendakara Fakulteya Dadê ya Pola sêyemîn Zehra Betul BULUT, ji bo ku bîryara Senatoya Zanîngehê ku bîryara “ Di dawiya salê de, xwendekarên ku herî zêde sê waneyên wan qels in dikarin bikevin ezmûna îkmalê“ girtibû, were betalkirin doz vekiribû û doz qezenc kir. Bi vê betalkirina bîryarê ve êdî xwendekar, bêyî ku sînor hebe, dikarin bikevin ezmûna îkmalê.
Zehra Betul BULUT (22), ji ber ku di navbera bîryara senatoya zanîngehê û rêgeza “Li hemberî zagonê wekhevî“ ya xala 10. ya Makezagonê de nakokî heye, bi alikariya birayên xwe yê parêzer Efe Murat BULUT re ji bo ku bîryar were rawestandin û betalkirinê serî li Dadgeha Kargerî ya Sêyemîn ya Bûrsayê dan.
Dadgeh, bîryarê da sekindan û bîryara “ her xwendekar, bêyî ku sînor hebe dikarin bikevin ezmûnên îkmalê“ da.
Bi vê bîryarê ve, xwendekar, ji ezmûnên îkmalê ku di 28ê Çileya 2019an de were kirinê re bêyî ku sînor hebe dikarin bikevin.