Berxwedaniya Şervanên QSD’ê a hemleya Bagêra Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê, tekoşîna xwe ya bi qehremanî li dijî faşîsta Tirk bi hemû hêza xwe berdewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN– Qonaxa dawî a hemleya Bagêra Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê bi hemû hêza xwe didome, Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi tekoşîna xwe pêşde diçin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di dawiya 2017’an de dest bi hemleya Bagêra Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê kirin. Hamle bi armanca tunekirina DAİŞ’ê destpê kir. Heta vê demê hemleya Bagêra Cizîrê berdewam dike, di hemleya Bagêra Cizîrê de Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk rol û misyoneke pir mezin lîstin, ji dest pêka hemlê heta niha Şervanên QSD’ê ruxmê hemû zehmetiyê ku dikşînin roj bi roj berxwedaniya xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê mezintir dikin.
Çeteyên DAIŞ’ê sivîlan dikin hedef û wan perwerde dikin di bin navê İslamiyetê de bi armanca wan li dijî QSD’ê bi karbînin. Lê belê sivîl bi xwe dibinin çawa çeteyên DAIŞ’ê bi rengekî hovane gel qetil dike, jinan û Zarokan dikuje di bin navê İslamiyetê de. Di heman demê de sivîlên ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne Şervanên QSD’ê her roj bi tekoşîna xwe bi hezaran sivîlan rizgar dikin, di vê mehê de 7 hezar û 200 sivîl ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.
Heta roja îro jî berxwedaniya hemleya Bagêra Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê berdewam dike.