Sembolên berxwedana Kobanê ên ku bi çeka xwe, Berxwedaniya xwe, Hezkirina xwe ji jiyanê re muhra xwe li dîroka Kurdistanê û berxwedaniya Kobanê dan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Sembolên berxwedana Kobanê ku bi têkoşîna xwe berxwedanwke bê hemba li dijî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê meşandin û bûn ronahiya pêşeroja tevahî gelê Kurdistanê.
“Fermandar Arîn bû tirsa dilê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê”
Sala 1992’yan li gundê Hesê yê navçeya Mebata ya Herêma Efrînê tekoşereke xweşik û bedew ji dayikbû ew jî Arîn Mîrkan bû, Arîna ku ji welatê Kurdistanê Efrînê ji dayikbû di sala 2014’an de tevlî berxwedana Kobanê ya li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bû, di şerê berxwedana Kobanê de Arîn û hevalên xwe yên berxwedêr 20 rojan berxwedaneke bê hemba li dijî hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê û hevkarên wê meşandin. Di 5’ê Cotmeha 2014’an de bi tekoşîna xwe bi çalakiyeke fedayi li girê Miştenûrê mîna sitêrkekê bû şewqa cîhanê û sembola berxwedana Kobanê, Fermandar Arîn bû tirsa dilê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.
Tekoşer Arîn bi çalakiya xwe muhra xwe li dîroka berxwedana Kobanê da û di heman demê de çalakiya wê ya fedayi bû hêz û israra şervanên YPG û YPJ’ê ku berxwedan û tekoşîna xwe li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mezintir bikin û bigihêjin xeta azadiya Kurdistan.
“Şervan bi piranî ciwanin û nû ne. Divê ez bi wan re bim”
Her wiha fermandar Gelhat Gabar jî muhra xwe li dîroka berxwedana Kobanê da. Sala 1975’an li Dihê ya Sêrtê fermandar Gelhat ji dayikbû, di ciwantiya xwe de berê xwe dide çiyayê Botanê tevlî nava tekoşînê dibe. Di 14’ê Cotmehê Gelhat Gabar tevlî şerê berxwedana Kobanê dibe Dema ku Gelhat tê Kobanê, dema herî giran a şer û demên herî kiritîk bûn ku tevahiya jiyana wî ya têkoşînê bi vî rengî derbas bibû. Gelhat 29’ê Cotmehê, bi roj li bînahiya ku weke Keleha Dimdimê tê naskirin komên ku êrîşê bikin amade dike. Gelhat ku komê êrîşa ya pêşî bi cih dike, ew jî tevlî koma duyê ya êrîşê dibe. Hevalên wî dibêjin divê ew şer qordîne bike û di koma êrîşê de cih negire lê ew dibêje, “Şervan bi piranî ciwanin û nû ne. Divê ez bi wan re bim” û red dike. Gelhat di koma duyemîn ya êrîşê de tenê cih nagire, li herî pêş bi çeka xwe cih digire. Demekê bi Bisîvîngê diçe ser bên û darbeyên giran li çeteyan dixe. Fermandar Gelhat di nav şer de, dema ku dixwaze cihê xwe biguherîne bi siûqastê şehîd dibe.
Viyan bû sterka berxwedana Kobanê
Viyana ku bi dengê xwe hişt her Kurdek bi hezarên salan di xewdeye ji wê xewna giran rabin ser hildanê û li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tekoşîn bikin. Viyan Peyman, jiyanek normal ji bo xwe qebûl nedikir. Hezkirin û girêdaneke wê bi rêheval û axê re gelekî zêde bû, wateyeke cûda dida jiyanê ji ber vê yekê hezkirina wê ji jiyanê re roj bi roj zêdetir dibû. Viyanê wiha digot: “DAIŞ ji bo Kurdistana serbixwe nayê avakirin, weke nexweşiyekê ser me de rêkirin.” Viyana ku bi çeka xwe şerdikir û bi dengê xwe tevahî cîhan radikir serhildanê bû yek ji stêrikên ku li azîmanan bi şewqa xwe jiyanê ronî dikin.
NC \ NUDA ELEFTİRYA