Meclîsên Ciwanên HDP’ê ji bo piştgiriya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku 81 roje li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîb3unê de ye di gelek cihan de çalakî li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Meclîsên Ciwanên HDP’ê ji bo piştgiriya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven Li navçeyên Amed’ê Yenîşehîr, Rezan û Peyas’ê û li Muş’ê derketin qadan û çalakî li dar xistin.
Endamên Meclîsên Ciwanên HDP’ê ya navçeyên Amed’ê Yenîşehîr, Rezan û Peyas’ê ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di navçeyan de meşa meşaleyî pêk anîn.
Li Muş’ê jî Endamên Meclîsên Ciwanên HDP’ê meşek li dar xistin. Di meşê de ciwanan “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Leyla Guven Rumeta me ye”, Silav hezar silav ji zindanan re” û “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin