Tevgera Gencanî Welatparêz ya Silêmaniye li dijî êrîşên dewleta Tirk daxuyanî dan
NAVENDA NÛÇEYAN– Îro gelê Şeladizê rabû serhildanê û ber bi baregeha dewleta Tirk de meşiya, baregah da ber agir. leşkerên Tirk ji herêmê reviya û herêma baregeha Tirk hat azad kirin û radestî hêzên hikumetê hate kirin.
Li ser vê Tevgera Gencanî Welatparêz ya Silêmaniye li dijî êrîşên dewleta Tirk daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Em wek Tevgera Gencanî Welatparêz piştgiriya xwe ji bo serhildana gelê Şeladizê radigihînin. Ev serhildan serhildana hemû gelê başurê Kurdistanê ye. Bangewaziya me ji bo hemû gelê başurê Kurdistanê re heye ku xwedî li vê serhildanê derkevin û li dijî siyaset û hikûmeta Iraq’ê bêdeng nemînin û şermezar bikin. Bangewaziya me ji bo hemû gelê başurê heye ku li dijî dagirkerî bibin yek û di nav refên Serhildanê de de cihê xwe bigrin.