Li bajarê Almanya Dusseldorfê, gelê Kurdistanî, ji bo piştgirîdayîna çalakiya Leyla Guven û xwedî derketina li xwestekên wê çalakiya meşê li dar xistin.
DUSSELDORF- Li bajarê Almanya Dusseldorfê, gelê Kurdistanî, ji bo piştgirîdayîna çalakiya Leyla Guven û xwedî derketina li xwestekên wê çalakiya meşê li dar xistin. Polêsên Alman, mîna polêsên Tirk nerîtên dij-mirovahiyê pêk anîn û gotin;“ Di meşê de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan qedexe ye“.
Ciwanên Kurd, vê nerîtê nepêjirandin, helwestên xwe nîşan dan û li hemberî vê gotinê dest bi çalakiya bêguriya sivîlê kirin. Piştî meşê, 15 ciwanên Kurd, al û posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rakirin û di kolanên Dusseldorfê yên herî qerebalix de dîsa dest bi meşê kirin. Ciwanan, di çalakiyê de diruşmeyên bi zimanê Almanî avêtin. Di çalakiyê de diruşmeyên “Ji Hemû Girtiyên Siyasî re Azadî“, “Pere û çekên Almanan, li her deverê cîhanê qetlîaman çêdike” û “Bijî Ocalan“ hatin avêtin. Piştî çalakiyê ciwanan daxuyanî dan û gotin: “ Em xwedî li xwestekên Leyla Guven û çalakvanên greva birçîbûyîna bêdem derdikevin. Heya ku tecrîd neşkê, em ê çalakiyên xwe bênavber bidomîne“.