Navenda Ragihandinê ya YPS’ê diyar kir, roja 21’ê Çileyê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê li dijî nobedar û polîsan çalakiyek hatiye kirin û di encamê de gelek ji hêzên çekdar ên Tirk hatine kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya YPS’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, roja 21’ê Çileyê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê, tîmên wan ên Şehîd Zeryan û Şehîd Çiyager li dijî nobedar û polîsan çalakî pêk anîne.Navenda Ragihandinê ya YPS’ê da xuyakirin ku çalakî bi bombeyan hatiye kirin û gelek kuştî ji çekdarên dewleta Tirk çêbûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin;
“*21’ê Çileyê li taxa Ornekê li dijî nobedarên li dewriyê digeriyan çalakiyeke bi teqemeniyê hate kirin, lê encam eşkere nebûye.
*Li taxa Esenyûrtê ya Stenbolê, febrîqeyeke tekstîlê ya AKP’iyayan hatiye şewitandin û berevajî îdîayên medya Tirk, şewat ji ber elektrîkê derneketiye.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, vê çalakiya yekîneyên YPS’ê bi milyonan dolarî xisar daye rejîma AKP’ê. Her wiha hate gotin.
*15’ê Çileyê li Esenyûrtê wesayita xebatkarekî AKP’ê hatiye şewitandin.
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, meha Mijdarê jî li Îzmîrê otoparkek hatiye şewitandin û welê li sedan wesayitî hatiye ku nema dikarin bên bikaranîn.