Ciwanên endamê koma şoreşger a bi navê ‘Revolûtîonnare Jûgend Grûppe’ li bajarê Bern ê Swîsreyê li hev civiyan û piştgirî dan greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanên endamên Koma Şoreşger a bi navê ‘Revolûtîonnare Jûgend Grûppe’ li bajarê Bern ê Swîsreyê li hev civiyan û piştgirî dan greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê. Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ku ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk tê, di roja 41’ê de ye. Ciwanên şoreşger ên Swîsreyî serdana çalakgeran kirin.
Sê ciwanên Swîsreyî yên bi navê Claûdîa, Nîkolas û Robîn, ji bajarê Bernê yê Swîsreyê hatin Strasboûrgê û bi çalakgeran re rûniştin. Ciwanên şoreşger ji berxwedêrên greva birçîbûnê Kadro Bokanî agahî li ser çalakiyê wergirtin û li ser rewşa dawî ya gelê Kurd pirs kirin.
Ciwanên Swîsreyî diyar kirin, ciwanên şoreşger hemû bi rengekî erênî nêzî doza gelê Kurd dibin û gotin, hewldanên wan ên ji bo destekkirina berxwedêrên greva birçîbûnê wê bidomin.