Xwendekarên Zanîngeha Dihokê yên gelê Şêladizê bi mebesta piştgirî dayîna raperîna gelê Şêladizê ya li hember dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê, sirûdek pêşkêş kirin û berxwedana gelê Şêladizê silav kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Xwendekarên Zanîngeha Dihokê yên gelê Şêladizê û xizmên şehîdên Dêralokê bi gotina sirûdekî netewî û şoreşgerî piştgirî dan raperîna li dijî dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wan yên herêmî.
Xwendekar bi çend gotinan piştgiriya xwe radigihînin û raperîna gelê Şêladizê silav dikin. Xwendekarên ku raperînê silav kirin û dibêjin, ji ber ew ne gihiştine gel wan û tevlî çalakiyê bibin, dixwazin bi gotina stranekî piştgirî bidin gelê Şêladizê.
Sirûdeke şoreşgerî û netewî ya di serhildanên gelê Kurd yên çar parçeyên Kurdistanê de têgotin, vê carê li Dihokê ji aliyê xwendekaran ve hate gotin. Di sirûdê de navê Şêladizê hatiye bicihkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya ku şevê din da de raperîna gel li dijî dagirkeriyê weke ‘Fitne’ bi nav kiribû û diyar kiribû ku dê bi awayeke herî giran wan ceza bike. Nêçîrvan Barzanî jî bi heman şêweyî ji bo navbera wan û Tirkiye xirap nebe, peywendiyeke telefonî li gel Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Mewlûd Çavûşoglu pêkanî bû.