Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Gebzeyê bi şahiyekê avakirina xwe îlan kir.
STENBOL – Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Gebze ya Kocaeliyê, bi şahiyekê avakirina xwe îlan kir. Şahî li avahiya HDP’ê pêk hat. Li salona şahiyê pankarta “Bijî berxwedana zindanan” vekirin.
Gelek welatî tev li şahiyê bûn. Ciwanan di şahiyê de diyar kirin ku îktîdara serdest û kapitalist, li dijî nirxên gelan, xweza, ekolojî, çand, ked, jin, ciwan û hemû hebûnê êrîş û şerekî dijwar daye destpêkirin. Ciwanan anîn ziman ku wekîe meclisa ciwanan duh li dijî teslîmiyetê li ber xwe dan û dê îro jî li ber xwe bidin. Ciwanan piştî daxuyaniyê avakirina xwe îlan kirin.