Hêzên Rizgariya Efrînê di derheqa çalakiyên xwe yên di rojên dawî de daxuyaniyek hate weşandan. Di daxuyaniyê de hate gotin bi giştî 4 çalakiyê hate kirin û di çalkiyan de gelek leşker û çete hatin kuştin.
EFRÎN- Hêzên Rizgariya Efrînê di derheqa çalakiyên xwe yên di rojên dawî de daxuyaniyek hate weşandan. Di daxuyaniyê de hate gotin bi giştî 4 çalakiyê hate kirin û di çalkiyan de gelek leşker û çete hatin kuştin.
Daxuyanî wiha ye:
Şervanên me di 25 û 26’3e mehê de li Efrîn’ê û bajarokê Marê li hember hêzên dagirker yên ku di bin navê pêkanîna aramiyê de dewriye digeriyan 4 çalakiyên bibandor pêkanîn.
1 Di dîroka 25’ê mehê de şervanên me li navenda bajarê Efrîn’ê li hember seyareyê leşkeri ya ku 5 leşkerên Tirk û hejmarek terorîstên Sultan Murad tê de bûn çalakiyek pêkanîn. Di derheqa hejmara kuştî û birîndarê çeteyan de agahiyek zelal nehat bidest xistin.
2 Şervanên me di 26’ê mehê de li taxa Mehmudiye ya Efrîn’ê de li hember terorîstên Tirk çalakiyek bibandor pêkanîn. Di encama çalakîyê de 3 leşker hatin kuştin. Leşkerek hat birîndarkirin.
3 Di heman dîrokê de yekineyek me li Gundê Tiwêsê ya li ser bi marê ve li hember seyareyek çekên giran ya koma terorîst Cebhe êl Şamiye Çalakiyek pêkanîn. Di encama çalakiyê de seyare hate ruxandin. Lê di derbara hejmara kuştî û birîndaran de agahiyek zelal nehat bidest xistin.
4 Di 26’ê mehê de yekineyek me li hember baregeheke çeteyan li Marê çalakiyek pêkanîn. Di encama pêvçûnek ku di navbera şervanên me û komên terorîstan de çeteyên bi navê Diyab Seîd hate kuştin. Çeteyên bi navê îbrahîm Muhammed Îdrîs û Diya Memûn Neharî, Semîr Îbrahîm û Diya Muhammed birîndar bûne.