5 Kurdên ku li Şam’ê hate binçavkirin ji wan agahî nayê girtin

Hêzên rejîmê roja pêncşema çûyî 5 welatiyên Kurd, di nav de 2 zarokên astengdar hebûn, ên piraniya wan ji şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriye Şamê, binçav kirin. Çarenûs û rewşa wan hê ne zelal.

NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên rejîmê roja pêncşema çûyî 5 welatiyên Kurd, di nav de 2 zarokên astengdar hebûn, ên piraniya wan ji şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriye Şamê, binçav kirin. Çarenûs û rewşa wan hê ne zelal.

Navên girtiyan wiha ne; serokê Meclisa Taxa Zorava Ebdulqadir Mecîd El-Hemed, şêniyê bi navê Ferhad Osman Yehya, Yûsiv Ebdullah Keleş endamê Navenda Osman Sebrî ya Çand û Hunerê, 2 zarokên bi navên Diyar Ebdullah Resûl endamê koma dîlanê ya Navenda Osman Sebrî û Gabar Nezîr Îbrahîm ê ku astegdarê mêjî ye.

Li gorî agahiyên heyî, girtî bi siwareyekê birin şaxa Salixiyê ya 215 û heta niha tu agahî ji bilî wê bi dest neketine.

Tê bibîrxistin ku girtin li ser paşxaneya ku şêniyên taxê amadehiyên xwe ji derketina çalakiya ji bo şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, salvegera derbasûna dagirkirina Efrîn û şermezarkirina tecrîda girankirî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikir, çêbû.

Piştî destgîrkirin çêbû, şêniyan roja Înê berê xwe da kolan û meydanan ji bo destgîrên taxa Zorava bên berdan. Her wiha hêzên rejîmê bi peştevaniya bi sedan ji endamên Hifiz El-Nîzam (parastina rejîmê) tax û xwepêşandêrên bihêrs dorpêç kirin û nehiştin çalakiya xwe bidomînin. Şêniyan jî li taxê protestoyek li dar xist. Protesto piştî sozdayînên hin serbazan ji bo serbestberdana girtiyan di heman rojê de bi dawî bû, lê heta niha hê jî nehatine berdan û gel li ser rewşê metirsîdar e. Ji lew re daxwaza bilindkirina helwest û derketina meşeke girseyî hate kirin da ku girtî bêne berdan. Şêniyan got sozên ku serbazên rejîmê dane, bi kêr nehatin û sozên xwe xwarin û ew ê ranewestin heta ku girtî werin berdan.

Nivîsa Pêş