Li Dêrîk’ê kampanyaya ku li dijî tecrida giran ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re name şandinê bu îro dawî bû.
DÊRÎK-Kampanyaya name şandinê ya ku di pêşengiya Yekitiya Jinên ciwan de hatibû destpêkirin îro dawî bû. Ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re were şandin 1000 name hate kom kirin. Kampanya bi daxuyaniyekî dawî bû.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku; “Dewleta dagirker a Tirk xaka me dagir kir. Li dijî van êrîşan têkoşîna di pêşengiya Jinên Ciwan de bi salane diajo. Arîn, Barîn û herî dawî jî Leyla Guven ji bo Rêber Apo dengê xwe bilind kir. Bi berxwedana Leyla Guven çiraya berxwedanên Amed’ê mezin bû û li her derê belav dibe.”
Daxuyanî wiha berdewam kir; “Dewletê dagirker a faşîst piştê ku dît faşîzma wî têk diçe vê carê êrîşa Gelê Başurê Kurdistan’ê kir. Li dijî gek rabû serhildanê û dewleta Tirk neçar ma. Têkoşîna Jinê ya ku 40 sale didome wê îsal bike sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku; ” Em kampanyaya ji bo Rêber Apo re name şandinê ya ku di pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan îro dawî dikin. Em ê ji têkoşîna xwe ya azadî re bi ruhekî fedaî berdewam bikin. Em bang hemû jinên Ciwan dikin ku li dijî tecrîdê bi şiyara ‘Serî Hilde, faşîzmê bişkîne, tecrîdê bişkîne’ tevli têkoşîna azadiyê bibin.”