Li Stenbol’ê Gelê Kurd li dijî tecrîdê meşiyan, lê polêsên dagirker êrîşa gel kir.
STENBOL- Çalakiya Leyla Guven li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 81 roje didome. Her wiha li zindanên Tirkiye Kurdistanê, li Ewrûpa û Hewlêr’ê çalakiyên berxwedêran didome.
Îro Gelê Kurd xwest ku ji bo piştgiriya Leyla Guven li navçeya Stenbol Sancaktepeyê meşek li dar bixin. Lê polêsên dagirker êrîşa gel kir û welatiyan derb kir.
Hate zanin ku gelek kes bi derbkirinê binçav kirine.