Bi dirûşmeya ” Bi giyanê Berxwedana girtiyan serî hildin, tecrîda li dijî Rêbertî bişkînin û Efrîn rizgar bikin” li navçeya Fafînê ya herêma Şehbayê çalakî dest pê kir.
ŞEHBA- Çalakî bi dirûşmeya ” Bi giyanê Berxwedana girtiyan serî hildin, tecrîd li dijî Rêbertî bişkînin û Efrîn rizgar bikin” li navçeya Fafînê ya herêma Şehbayê dest pê kir.
Konê çalakiyê bi wêneyên têkoşerên Berxwedana Serdemê, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Tevgera Jinên Ciwan, Yekitiya Xwendekarên Demokratîk, dirûşmeyên “Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e, bi îradeya jina azad em dagirkeriyê têk bibin” hatiye xemilandin.
Çalakiya roja yekemîn bi daxuyaniyekî li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê destpê kir. Daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Esma Mustefa ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin”Bi rihê berxwedana girtîgehan serî hildin, tecrîdê bişkînin û Efrînê ji faşîzm û dagirkeran rizgar bikin. Ji Berxwedana 14‘ê Tîrhemê heta berxwedana Leyla Guven tacîdar e, di kesayeta Rêber Apo dixwazin 40 milyon Kurd dîl bigirin û di şexsê Efrînê de dixwazin projeya demokratîk têk bibin û di kesayeta Leyla Guven jî dixwazin vîna jina azad bikujin. Berxwedana girtîgehan roleke mezin li hemberî planên mêtîngeran list.
Wekî jinên ciwan em berxwedana Leyla Guven û hemû girtiyên zindanên faşîzmeyê silav dikin û banga mezinkirina berxwedanê li ciwanan dikin.”
Paşê Rêvebera Kongreya Star a Efrînê Hêvîn Silêman bal kişand li ser greva biçîbûnê ya Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 81‘am de ye û got, greva birçîbûnê ya Leyla Guven piştî hate berdan jî berdewam e.
Hêvîn her wiha got “Wekî jin em destekê didin têkoşer Leyla Guven , ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan çalakiyên me berdewam e.”
Paşê Koma Tevgera Kevana Zêrîn stran li ser jin û berxwedana Efrînê gotin.
Koma Şehîd Birûsk jî ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya li kampa Berxwedan şanoyeke li ser welatparêziyê girêdayî wê rihê berpirsyartiyê û dûrketina ji şerê taybet pêşkêş kir.
Di çalakiyê de senevîzyoneke li ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî ciwanan hate pêkêşkirin.
Çalakiya roja yekemîn bi dirûşmeya silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedana Leyla Guven bi dawî bû.
Çalakî dê 3 rojan dewam bike.