Civakê bêkar û birçî dihêlin û zorê lê dikin da ku xwe ji tevahiya rengên xwe yên civakî bişo û pê didin qebûlkirin ku eger dev ji Kurdîtiyê berde wê bibe xwedî kar û xwarin.
ABDULLAH OCALAN
Têgihiştina zanistî ya modernîteyê xwezaya civakî vediqetîne li qadên cûrbicûr an gelek şaxan jê dibe û bi vî awayî hewl dide lê serwext bibe û fêhm bike. Kapîtalîzm weke sîstemeke hegemonîk mezin dibe û ev rêbaz bi vê yekê ve têkildar e. Polîtîka ekonomiyê di nava zanistên civakî de ya herî çav li ser in û di vê de jî para aktîvîteya kapîtalîst a li ser ekonomiyê heye. Aktîvîteya kapîtalîst xwe wisa nîşan dide, mîna ku qadek e, ji siyaset û desthilatdariyê serbixwe ye, lê bi xwe ew qad e ku lê herî zêde siyaset û desthilatdarî ango zor lê heye; îfadeya wê zor, şîddet û diyardeyê ye ku em jêre dibêjin kara herî berdar û bêhtir xwe bi pereyan berbiçav dike û herî zêde hukim li civakê dike. Kapîtalîzm bû ew sîstem ku herî zêde civak ji civakbûnê dûr kir û ew li hemberî rastiya wê xerîb kir. Sedema ku kapîtalîzmê dike sîstemeke bi vî rengî têkiliya nêz a di navbera pere û şîddetê de ye. Pere şêweyê zorê yê herî parzûnkirî ye, şêweyê wê yê herî dawerivandî ye. Herçiqasî ji aliyê îdeolojîk ve weke dijberê desthilatdarî û dewletê were pêşkêşkirin jî hêmanê di bingehê dewlet û desthilatdariyê de ye. Kapîtalîzm bi tenê sîstemeke xwe disipêre desteserkirina berhemê zêde nîne; bi xwe bingehê tevahiya sîstemên desteserker, sîstemên talanê ango pêkhatinên desthilatdariyê ye. Mirov bi tenê wê bi îndustriyalîzm, kara herî zêde, hilberîna hemdem û bazarê bide nasîn, mirov ê bixape. Navê sîstemekê ye; şêweyên herî pêşketî yên rêbazên wê mêtinkarî û zordestiyê bi kar tîne, xwe bi maske kiriye û bi hegemonya îdeolojîk xwe rewa kiriye, bi şêweyê desthilatdariyê yê herî zêde şîddetê enjekteyî civakê dike (bi dewleta netewe) xwe bi rêxistin kiriye û bi îndustriyalîzmê ango bi awayekî teknolojîk êrîş dibe ser hawîrdora xwezayî. Sîstemek e ku civak xistiye qefesa hesinî û ew êsîr kiriye. Ew îdeolojî û pratîka zorê ye ku gihandine şêweyên herî berfireh ên qirkirinê.
Ev danasîna me, serhatiyên rastiya Kurd dema bi rasthatina wê li modernîteya kapîtalîst dîtine piştrast dike û ji bo vê delîlên balkêş pêşkêş dike. Ji bo kesên dixwazin kapîtalîzmê û vê sîstema hegemonîk a serdema me fêhm bikin, rastiya Kurd û Kurdistanê bi temamî weke laboratuarekê ye. Rûyê rastî yê kapîtalîzmê ne li London û New Yorkê ye, mirov dikare wî rûyî li ser xeta Amed-Hewlêr, Mahabad-Qamişloyê nas bike. Ji bo em bi awayekî balkêş bibînin welat û gelek bi tevahî xwezaya wî xistine çi rewş û halî, divê em van xetan tevî hawîrdora wan nas bikin û rastiya rûtî tazî bibînin ya ku nikare xwe veşêre û rewa bike. Dema me ev kir, em ê bibînin, bi qirkirin û asîmîlasyonê, bi talan û bêkarhiştinê, bi her cure şêweyê zordariyê, bi kirinên qirker û sînornenas ên dewleta netewe, ji bo berjewendiyên rojekê yên sermayedariya burokratîk û taybet rastiya Kurd çawa ji civakbûnê hatiye derxistin, çawa welat û netewe nehatine hesibandin û çawa Kurd ji mirovbûnê derxistine.
Lewma di rastiya Kurd de şaxê ekonomiya hemdem nabe ku bi tenê weke jiyana ekonomîk were şîrovekirin. Ev ê bibe şîroveyeke gelekî teng û mirov pê bixape. Bi qasî xuya dike, ji sedî heştêyî zêdetir bêkarî, heywanxwedîkirin û cotkariyeke hatiye tesfiyekirin, çavkaniyên dewlemend ên sererd û binerd ên hatine talankirin weke nîşaneyên bingehîn ên ekonomiyê têne pêşkêşkirin. Ev rast in, lê ev nîşane gelek kêm in; heqîqeta diyardeya jêre ekonomî tê gotin, kêm îfade dikin. Niha mirov dikare rengê berevajîker û manetêkbir ê polîtîka ekonomiya bûrjûwayê bêhtir bi hêsanî derxe holê. Ew jî ev e; rastiyê parçe parçe dike, ango jiyanê dike mîna meytekî û dixe ber lêkolînê. Rêbaza bikuje, parçe bike, lêbikole rêbazeke bi qasî sîstemê hov e, rêbazeke jiyanê dide înkarkirin e! Dema ya behsa wê tê kirin civak be, ne weke sîstemeke zindî, bi îrade, bi exlaq û yekpare radihêje civakê, berevajî wê parçe dike, ji eyarê zindîbûnê derdixe, dike mîna alavekî, ji exlaq û îradeyê (bi maneya rastî ji polîtîkayê) bêpar dihêle, ne maneyê û bêmanebûnê, bêwijdanbûnê û korfêhmiyê pêşde dibe.
Bi qasî ku xuya dike, mirov yeqîn dikin ku di rastiya Kurd de bandora hêmanên modernîteya kapîtalîst zêde pêşde neçûne, bi wan bûyeran re ku diqewimin têkiliya wan tineye yan jî bi sînor e. Bi vê helwestê pêxapîneke ciddî heye. Eger hêmanên modernîteya kapîtalîst (qanûna kara herî zêde, dewleta netewe û îndustriyalîzm) nebûna, tevahiya şaxên rastiya Kurd (welat, netewe, sosyalîte, ekonomî, çand, dîplomasî) wê li ber îmha û înkarê nebûna. Ji ber sîstemê bi xwe di vê mijarê de tinebûn û nemanek pêk tê. Hêmanên weke rastiya Kurd li ser piyan tên girtin li aliyekî di înkarkirina diyardeya Kurd de têne bikaranîn û bi awayekî mînakên wê kêm hatine dîtin xiyanetê dikin, li aliyê din jî heman hêman ji bo berjewendiyên xwe jê namînin û Kurdîtiya sexte dikin, rêxistinên xefk ên bi maske ava dikin û sîstemên bi heman rengî bi pêş dixin. Vê jî li ser navê sermaye razandinê, li ser navê çêkirina fabrîkeyan, rê, bendav (li dijî jiyana cotkariyê û cografyayê qirkirin), dibistan (saziyên qirkirina çandî) û mizgeftan (di warê sergirtina îmhayê de dîn weke amûrekî îdeolojîk tê bikaranîn), li ser navê parastina welêt çûna eskeriyê (hunerê li xwe danê, bi kêmanî ji aliyê red û qebûla rastiya Kurd ve) weke xizmetên heta dawiyê hemdem pêşkêş dikin, li aliyê din jî li dijî têkoşîna tekûzkirina azadiyê û parastina hebûna xwe ji tevahiya bereyên civakê ve êrîş dikin û weke beşekî ji îmhayê hevkartiyê dikin; weke mînaka kurmê darê yê ne ji darê be, îhmal nakin kurmên darê çêdikin ji bo qurmê darê bikeritînin. Ji vî alî ve ekonomî weke amûrekî îmhayê zêdetir bi rola xwe radibe.
Di dîrokê de Proto Kurdan hîmê çanda ekonomiya cotkarî û heywanxwedîkirinê danî. Bi çandên gelên din ên cîran re cara pêşî dî dirokê de li ser bingehê madenkarî, bazirganî û acentekariyê (karûm) ekonomiya bazarê ya xuya dike pêşde birine. Heta bi serê sedsala 19., ango heta modernîteya kapîtalîst bandor li herêma wan kir di ekonomiya dinyayê de ji hêmanên sereke bûn. Ekonomî, hem weke çandeke maddî ya bi sazî bûyî, hem jî weke zêhniyeteke exlaqî û manewî hînê mirovatiyê kirine. Çandên di dîrokê de evçend bi kok di dused salên dawî de ji aliyê ekonomîk ve anîn ber îflas û petaxê. Modernîte ji afirînerên rastî yên ekonomiyê tolê hiltîne. Serê pêşî, cotkarî, heywanxwedîkirin, çavkaniyên binerd û sererd kirin mêtingeh, talan kirin û bi temamî miçiqandin. Pirranî girseya şêniyan, tebeqeyên kedkaran kirin artêşeke mezin a bêkaran. Bi heqdesteke herî kêm hewcedarî karên herî li erdê mayî kirin. Ew kirin girseyeke mehkûm a hêza xwe ya karkirin bi herî erzanî bifiroşin tevahiya dinyayê. Ji bilî çend hêzên zordar û serdestên mêtinkar û kompradorên sîxur (qaşo bûrjûwayên xwecihî), civak bi temamî di nava birçîbûn, bêkarî û nexweşiyê de diperpite, ew bêperwerde û bêçare hiştin. Ya rastî, di vî warî de bi kirinên desthilatdariyê yên bi zanebûn ferz kirin, zor dan civakê ji bo wê bi temamî teslîm bigirin.
Li Kurdistanê di roja me ya îro de ekonomî bi temamî weke amûrekî sîxurkirin û zilmê tê bikaranîn. Civakê bêkar û birçî dihêlin û zorê lê dikin da ku xwe ji tevahiya rengên xwe yên civakî bişo û pê didin qebûlkirin ku eger dev ji Kurdîtiyê berde wê bibe xwedî kar û xwarin. Ji bo kesek bibe xebatkarekî baş ê dewletê yan xebatkarê şîrketekê li pêşiyê weke şertên bingehîn datînin ku divê nirxên neteweperestiya serdest hemûyan qebûl bike. Mirov Kurdîtiyê bike, ji nasnameya Kurd neyê xwarê wê vê bikin sedem ku mirov ji çavan bikeve, ji derfetên kar bêpar bimîne, birçî û xizan bibe. Holdîng û zanîngehên têne avakirin weke navendên tinekirina Kurdîtiyê bi kar tînin. Bendav bi rola cinawirê cihûwarên dîrokî, qadên cotkariyê, gund û ekolojiyê dadiqurtînin radibin. Bi tevahî saziyên maddî û manewî yên karibin ji diyardeya Kurd re xizmetê bikin têne pûçkirin, paşê dikin mêtingeh û bi vî awayî wan dikin ew amûrên xisletên Kurdan dadiqurtînin. Ji bo vê jî her cure amûrên zor û ekonomiyê (pere, kar, bazar, pîşe) weke sîleh têne bikaranîn. Weke ku xuya dike, qadên ekonomîk ên divê bi polîtîka û desthilatdariyê re zêde di nav hev de nebin, wan dikin ew qadên herî zêde rastiya Kurd dikeritînin û diqedînin. Ji bo vê xebateke herî ji rêzê ya dukandariyê jî weke kart tê bikaranîn. Jixwe ji bo mirov karibe bibe xwediyê amûrên weke banke, kooperatîf û fabrîkeyê divê mirov ji rastiya Kurd re bibêje bi xatirê te. Qedexe ye ku bi awayekî ferdî yan kolektîf ji bo rastiya Kurd li jiyanê bimîne xebat bêne kirin û li ser xebatên têne kirin jî kontroleke zêde pêk tînin. Jixwe qet firsendê nade ku bazara xwe ya xwecihî pêşde bibe û biparêze. Li ser bazarê divê ji sedî sed amûrên qelpezan û muhtekîr ên kapîtalîzmê serdest bibin. Jixwe hema bêje li şûna alavên xwecihî yên tinene, alavên têne anîn derfetên reqabetê nayên hiştin û dikin ku xweparastina ji buhayên yekdestdaran bêîmkan bibe. Di mijara qrêdî, teserrûf û bacgirtinê de heman armanc heye, ango ji bo mirov karibe ji wan sûdê bigire divê dev ji Kurdîtiyê berde û di nava neteweya serdest de bihele.
Bi qasî ku tê fêhmkirin, têkoşîna ji bo parastina hebûn û azadiyê nikare were tinekirin û li ser vî bingehî berxwedan tê birêxistinkirin û qadên jiyana azad têne berfirehkirin, qada ekonomîk ji nû ve tê dizaynkirin. Di serî de li navendên bajarên mezin ên Kurdistanê, li qadên potansiyela wan a ekonomîk xurt ê bi temamî têne birêvebirin û li navendên metropolan bi hevparên qaşo bûrjûwa Kurd re holdîngan ava dikin. Heta di vê mijarê de behsa karsazên Kurd ên rêveber û jinên wan dikin. Xwedêgiravî gelek Kurd, heta yên Kurdîtiyê dikin û hewldanên civaka sivîl amade ne ku vî aliyê xwe bi awayekî ji kerxaneyê xirabtir pêşkêş bikin. Ode, yekîtî têne avakirin. Bêguman di tevahiya van qadan û hewldanan de hêmanên durist ên bi nasnameya xwe ya civakî û neteweyî ve girêdayî hene. Lê çawa ku di tevahiya qadan de dibe, îstîsna pîvana giştî betal nakin, berevajiyê wê, wê piştrast dikin. Li vir a girîng ew e, mirov karibe hêman û hewldanên îmha û derblêdanê li ser rastiya Kurd ferz dikin û hêman û hewldanên rastiya Kurd li ser piyan digirin û diparêzin ji hev cuda bike. Li gorî ku heta civak hebe wê qada ekonomîk jî hebe, divê mirov destûrê nede ku rastiyên wê yên civakî bi xwe derbê bixwin û bêne îmhakirin, li şûna vê, divê mirov ekonomiyê ji bo pêşxistina hebûna civakî û azadkirina wê bike amûrekî kêrhatî.
Piştî dagirkirina dawî ya Iraqê (2003) di çarçoveyeke stratejîk de ji bo modernîteya kapîtalîst girîngiya rastiya civakî ya Kurd û Kurdistanê zêde bûye û li ser vê, ekonomî jî di navê de, kirinên veguherî yên bingehîn mewzûbehs in. Nexasim hewl didin ekonomiyeke xweşhaliyê ya ku navenda wê Başûrê Kurdistanê ye, pêşde bibin. Li vir, tevî pêkhatina siyasî, pêkhatinên ekonomîk jî bi temamî di kontrola hêzên xwecihî, herêmî û global ên hegemonîk de tên pêşxistin û weke model tên pêşkêşkirin. Li gelek herêmên dinyayê modernîteya kapîtalîst dikeve nava veguherînên bi vî rengî û pirr hewce dike ku mirov bi paradîgmaya modernîteya demokratîk van veguherînan analîz bike û amûrên çareseriyê yên alternatîf bi pêş bixe. Gelekî girîng e ku mirov firsendê nede vê sîleha dawî ya emperyalîst-mêtinkar ku nexasim bi rêbazên ekonomîk veguherîna demokratîk bêtesîr bike. Ji lewra divê mirov sê amûrên bingehîn ên modernîteya demokratîk bi pêş bixe; ango divê mirov neteweya demokratîk, pîşesaziya ekolojîk û ekonomiya bazarê ya bi armanca civakî bi pêş bixe. Hem pîşesaziya ekolojîk, hem jî ekonomiya bazarê ya civakî ya armanca wê ya karê tine ye, ji bo piştgiriya civakî xizmetê dike û xwe disipêre pêdiviyên bingehîn ên civakî, divê weke amûrên herî girîng bêne nirxandin.