Ciwanên Kurdistan’ê ji bo tecrida giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were şikandin û ji bo xwedîderketina berxwedana zindanan çalakiyan li dar xistin.
WAN – Li Wan’ê di taxên Xaçort, Yalimermez û Bostanîçî’yê ciwanan derketin qadan û tecrida giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûne gelek çalakî li dar xistin.
Berfirehiya çalakiyên pêkhatî wiha ye:
- Li Wan Xaçort’ê ciwanan derketin qadan û fîşenga hewayî teqandin û bi dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Kurdistan Goristan Ji bo Faşîstan” meşiyan.
- Li taxa Wan Yalimerez’ê gelek ciwan bi panqarta “Berxwedana Zindanan nayê sekinandin, Leyla Guven bin nakeve” ve derketin qadan, hewayî fîşengê teqandin û dirûşma “Silav hezar silav ji Îmraliyê re” berz kirin.
- Li taxa Bostanîçî ya Wan’ê jî ciwanên ku hatin li gel hev bi dirûşmên “Ji Îmraliyê re hezar silav, Ciwan fedayiyê Rêber Apo ne” dest bi meşê kirin. Meş ji aliyê şeniyên taxê ve hate piştgirîdayîn.