Li navçeya Amed Yenîşehîr û Li navçeya Konak Îzmîr’ê ciwanên HDP’ê meclîsên xwe îlan kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li her derê Kurdistan û Tirkiye’yê endamên Ciwanên HDP’ê dest bi îlankirina avabûna xwe kirin. Li navçeya Amed Yenîşehîr û Li navçeya Konak Îzmîr’ê ciwanên HDP’ê meclîsên xwe îlan kirin.
Amed/ Yenîşehîr
Di îlankirina meclîsan de li Amed’ê Ciwanan bal kişandin li ser berxwedanên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan abdullah Ocalan û ji bo tecrîd were şikandin diyar kirin ku wê têkoşînê bidin.
Ciwanan di dawiya îlankirinê de sînevîzyonek temaşe kirin û dawî bû.
Konak/ Îzmîr
Li navçeya Îzmîr Konak’ê ciwanên HDP’ê bi civînekî çapemeniyê avabûna meclîsa xwe îlan kir. Di îlankirinê de li ser navê Meclîsên Ciwanên HDP’ê Hatîce Kaya axaftinek kir û bal kişand li ser grevên birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêşengî kir û silav kir. Kaya got ku li ser herkesî zextek heye û em wek ciwan li dijî vê têbikoşin.