Faraşîn Sîdar; “Di navbera ciwanên Kurdistanê û Çeteyên ku ji hemû dewletên cîhanê ve hatine afirandin de têkoşînek bêhempa hebû”
NAVENDA NÛÇEYAN- Faraşîn SÎDAR ê ku di pêvajoya Kobanê de li Bakurê Kurdistanê bû, pêvajoya Kobanê û ciwanên Kurdistanê ku xwedî li Kobanê derketine vegot.
Dagirkerên Tirk, bi destê DAÎŞê êrîş dan dest pê kirin
Faraşîn SÎDAR, qonaxên pêvajoyê vegot û bal kişand ser armanca vê êrîşê; ji ber ku paradîgmaya Rêber APO jîndar dibe, êrîş birin ser Kobanê. Faraşîn got; “ Di pêvajoya Kobanê de, di 2014an de, Tirkiye û DAÎŞ şirîkê hev bûn û wisa tevdigeriyan. Çawa ku DAÎŞ ji Başûrê Kurdistanê hat qewirandin, dîsa berî xwe dan Rojava. Ev êrîş jî perçeyê plansaziyê bû. Ji ber ku Şoreşa Rojava, ev demeke dirêj bû ku pêk hatiye. Û paradîgmaya Serok APO, li wir jîndarî dibû. Hemû cîhan şahîdê jîndarbûna paradîgmaya Serok APO dibûn. Erdogan li hemberî vê, demeke bi pêvajoya çareseriyê re teqtîkan pêş xistibû. Lê dît ku şoreş mezin dibe, xwest ku bi destê DAÎŞê êrîş bibe ser Rojava. Bi vî awayî DAÎŞ, li ser Rojava êrîşek mezin da dest pê kirin.“
Ciwan, di nobeda sînorê de bûn
Faraşîn, li hemberî êrîşên ku Dewleta Tirk a dagirker bi destê DAÎŞê daye dest pê kirin, ciwanên Bakurê Kurdistanê bêdeng nemane û ketine nava livûtevgerê û di berxwedanên hatine jiyîn de rol û seferberiya ciwanên Bakurê Kurdistanê, wiha anî ziman; “ Em wek ciwanan, ji bo ku ciwanên Kurdistanê û ciwanên Kurd ên ku li metropolan dijîn, cewhera xwe wenda neke û xurt bike, me bi giyana seferberiyê xebatên meclîsên ciwanan û birêxistinbûna ciwanan dabûn dest pê kirin. Bi awayekî xurt, xebatên me yên meclîsê berdewam dikir. Birêxistinkirina meclîsên gel û ciwanan berdewam dikir. Bi tevî gelê me, li ser sînorên Pîrsûs û Bîrecûkê me nobeda digirt da ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker asteng bikin, vê xetê biparêzin û derbasbûna mîlîtanên DAÎŞê asteng bikin. Ji bo ku em bi gelê Kobanê re yek in û vê jî nîşan bidin, me nobed digirt.”
Kurdên Bakur û Rojava, bûn kulmek
Faraşîn, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ku ciwanên Bakurê Kurdistanê, bi gelê Kobanê re bûne kulmek. Faraşîn got ; “ Pêvajoya kongreyê pêş ket, civîn çêdibûn. Helbet hinek hevalên me jî, bi awayekî çalak di çalakiyên sînorê de cih digirtin. A ku tê bîra min, di meha Tirmehê de êrîşek pêş ketibû. Piştre jî bi awayekî zêde livdariyek dest pê kiribû. Ligel vê Dewleta Tirk jî êrîş dabûn destpêkirin. Ciwan û gel ên ku bi tevî gelê Kobanê li hemberî DAÎŞê têdikoşiyan, rastî li êrîşên Dewleta Tirk a dagirker hatin. Em her roj û her şev, li ser sînorê, bi êrîşên delweta Tirk a dagirker re rû bi rû diman. Li aliyekî bi êrîşên DAÎŞ ê ku bi destê Dewleta Tirk a dagirker qetlîaman çêdikir re, li aliyek din jî bi êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ê ku DAÎŞê şand ser Kobanê re em rû bi rû diman. Lê me mil nedanî. Yê ku li ser sînor dihat jiyîn, nîşan dida ku gelê Kurdistanê di nav 40 salan de gihîştina lutkeyê. Û piştî demeke kin, ev têkoşîn hîn bilindtir û xurtir bû. Me di gelê Pîrsûsê de, xwedîderketina têkoşînê di çi astê de ye, dît. Dîsa me dît ku gelê Kobanê yê ku her çiqas hatibûn cihek nêzîk Pîrsûsê jî, dîsa jî bi kelecan û hesretek mezin riya vegerînê lêdigeriyan.
Sînorên bêkêr mayî
Faraşîn, dema qala sînoran dikir, digot, ji bo Kurdan sînor wateya xwe wenda kiriye û polîtîqayên sînorê ku Dewleta Tirk a dagirker bi salane dida meşandin jî nikaribû vê berxwedanê bişkîne. Faraşîn, di berdewama axaftina xwe de got ku; “ 300 ciwanên Kurd di sînorê re derbasî Kobanê bûne û bi vî awayî ciwanên Kurdistanî bêwatebûna sînoran dan nîşan. Ev, ji bo gelê Kobanê û ji bo şervanên azadiya Kobanê piştgirî û moralek mezin bû. Ev ji bo me destpêkek bû, ji bo Tevgera Ciwanan jî destpêkek bû“. Faraşîn, têkoşîna ciwanên Tirkiye û cîhanê yên ku bi ciwanên Kurdistanî re bibûn yek jî anî ziman û got; “ Ji aliyekî ve seferberiyek ya ciwanan ku tê de ciwanên Tirkiyeyê jî cih digirt, dest pê kir. Komkujiya Pîrsûsê jî, êrîşek li ser ciwanan bû. Him ciwanên Tirkiyeyê, him ciwanên Kurdistanê û him jî ciwanên enternasyonalîst bi awayekî çalak li ba gelê Kobanê cihên xwe girtin“.
Di navbera ciwanên Kurdistanê û Çeteyên ku ji hemû dewletên cîhanê ve hatine afirandin de têkoşînek bêhempa hebû
Faraşîn, da zanîn ku ciwan di hemû xebatan de rola xwe leyîstine û bûyerên 6-8 Cotmehê jî bingeha xwe ji berxwedanên sînorê girtine. Her wiha Faraşîn, anî ziman ku ciwan pêşengiya hemû xebatan kirine. Û got; “ Alîkariyên ku hatine hemû bi destê ciwanan hat amadekirin. Ji gelê Kobanê û şervanên azadiyê re jî ragihandina alîkariyan dîsa bi destê ciwanan hatin kirin. Dîsa heman awayî, di nobedên şevan de me çeteyên ku derbasî Tirkiyeyê dibûn, didîtin. Ji ber ku ev tişt tê zanîn, ciwan û gel heya sibehê nobeda digirtin. Ciwan, ji aliyekî ji bo ku şervan moral bigrin li ser sînor gowend digirtin, ji aliyekî jî xwe birêxistin dikir û xwe ser sînor bi cih dikir. Serhildana 6-8 Cotmehê jî encameke vê bû. Di metropolên Tirkiyeyê de, di bajarên Kurdistanê de, li Amedê, Cizîrê û Wanê çalakî hebûn. Ji ber ku êrîşek mezin hebû, çalakiyên ku tên kirin têrê nedikir. Şervanên azadiyê, di nava derfetên pir kêm de li hemberî çeteyên ku ji aliyê dewletên cîhanê ve hatine afirandin, têkoşînek mezin dida meşandin”.
Li hemberî Serhildana Cotmehê yên ciwanan, dewlet bêçare ma
Faraşîn, da zanîn ku, bûyerên Cotmehê zorî daye dewletê û çeteyên DAÎŞê û ciwan ji bo ku ji Şervanên Azadiyê re moral bidin çalakiyên xwe her ku çû zêdetir kirine. Faraşîn got; “ Ciwan, bi serhildana 6-8 Cotmehê ve, li hemberî çeteyan têkoşînek mezin da meşandin. Herkes didît ku, faşîzm çi bike bila bike ciwan dîsa jî bi derketina kolanan ve nîşan didan ku ew li ba şervanên azadiyê ne. Serhildana 6-8 Cotmehê delîlê wê yê herî mezin bû û hindik mabû ku saziyên dewletê yê hemû jî dikir hilweşîne. Dema em çûbûn Amedê, me dît ku hemû kuçe û kolan di destê ciwanan de ne û dewlet jî bêçare ye û paşve vekişiyaye. Me didît ku têkoşîn encam digre. Êrîşên DAÎŞê di meha Îlonê de dest pê kir heya meha Kanunê û Çileyê berdewam kir. YPG/YPJ, li hemberî çeteyan heya dawiyê têkoşîn dan meşandin û hemû cîhan jî têkoşîna van dît û naskir. Ev rewş, bingeha tevgera enternasyonalîst ê ku hê jî berdewam dike, avêt. Bi sedan ciwan, diherikîn sînoran û tevlî têkoşînê dibûn.
‘Jinên Ciwan, li her qadên ku nêzîkî Serokatiyê ne, bûn‘
Faraşîn, anî ziman ku, di wê heyamê de li herêmê, konferansa jinên ciwan hatiye kirin û berxwedanek pir mezin jî hebû. Li ser sînora Pîrsûsê denglêkirina jinên ciwan, ji bo şervanên azadiyê moralek mezin bûye. Faraşîn got; “ Em wek jinên ciwan, bîryara konferansê girtibû. Helbet ev konferans, ji bo me konferansek dîrokî bû. Ji ber ku konferans him berxwedana Kobanê ya dîrokî dihate jiyîn, him jî konferans li gundê Serokatiyê bihata kirinê. Li Amarayê me amadehiyê dikir. Demek dirêj em rastî li astengkirinên dewletê hatin. Lê me mil nedanî. Di meha Kanunê de, me konferansa xwe li gundê Amarayê pêk anî. Li gel hemû astengiyên dewletê, jinên ciwan bi sedan otobûsan hatin Amarayê û êdî tiştekî dewlet ê bike nemabû. Jinên ciwan, bi moral û kelecanek mezin tevlî konferansê bûn. Konferans nîşan dida ku berxwedan, encam digre“.
Jinên ciwan, bi dilek tenê li ser sînor bûn
Faraşîn, anî ziman ku piştî konferansê ber bi Pîrsûsê ve meşiyan û ev jî ji bo şervanên azadiyê moralek mezin bû. Faraşîn got ku ;” Em ber bi sînora Pîrsûsê ve bi rê ketin. Ya herî xweş jî jinên ciwan, berxwedana Kobanê diqêriyan, ew bû. Jinên ciwan, ji bo ku ji şervanên azadiyê re moral bidin, deng lêdikirin. Ev, ji bo me jî moralek mezin bûbû. Jinên ciwan ên Tirkiyeyê jî, jinên ciwan ên enternasyonalîst jî tevlî meşê bûn. Û hemû jî bûn dilek tenê û Berxwedana Kobanê silav kirin“.
Gelê Kurd, bi nobedên sînorê ve axên xwe parastin
Faraşîn got;” Gelê me yên ku li gundên nêzîkî sînorê dijîn jî wek erkên wan ên xwezayî ye tevlî çalakiyê bûn û li malê nobeda digirtin. Em vî tiştî, şeveke, wisa hîn bûn. Telefonek hat. Digotin ku, komek çete li vir in û wê derbasî aliyê din bibin. Ev bûyer nîşan da ku kesên ku bi me re ne di têkiliyê de ne jî wek erkek xwezayî nobeda digrin. Wê şevê mij hebû û em çûn cihê bûyerê û me dît ku gelek erebe hene. Gelê Kobanî, bi firsenda mijê ve dixwestin derbasî Bakurê bibin. Ango ji bo ku xwe biparêzin demeke li sînor diman. Piştre jî derbasî bajar dibûn û berxwe didan. Malbat derbas dikirin û bi xwe jî nobed digirtin. Malbatên ku sînor wan perçe kirine, bi vî awayî nobeda digirtin“.
Berxwedana Kobanê, xwedîderketina nirxan bû, niha Kobanê nirx e
Faraşîn, anî ziman ku, 27ê Mijdarê her du aliyên sînorê jî bi hev re hatine pîrozkirin û berxwedanên Kobanê, Xweseriyê û Efrînê jî berdewama hev in. Faraşîn, axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Pîrozbahiyên 27ê Mijdarê, me dît ku her du aliyên sînorê jî bi hev re tên pîrozkirin. Li hemberî gotina Erdogan “ Kobanê ha ket ha wê bikeve“, me dît her du gel jî li hev xwedî derdikevin. Em şahîdê şervanên azadiyê ku heya guleya dawî bi fedaîtî berxwe didan, bûn. Niha jî berxwedana Efrînê, beriya wê jî berxwedana Xweseriyê hev tevgerandin. Kobanê her çiqas bajarekî piçûk bibe jî û dewletên faşîst polîtîqayên cûrbicûr bimeşînin jî ciwan li gor giyana heyamê dibin bersiv. Kobanê ji bo me, xwedîderketina li mîrata heyî bû. Niha jî Berxwedana Kobanê ji bo me bû mîratek girîng. Ji wir şûnde jî Berxwedanên Xweseriyê û Efrînê hatin jiyîn“.