Berpirsê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yê herêma Behdînanê Mela Emîn Oremarî bi sedema helwest li dijî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê nîşan daye, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Berpirsê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yê herêma Behdînanê Mela Emîn Oremarî bi sedema helwest li dijî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê nîşan daye, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate binçavkirin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêzên asayîşê bi maskeyên reş û li gel 20 wesayîtan li ser mala Mela Emîn Oremarî de girtine û mêhvanek ji Bakurê Kurdistanê jî li gel girtina binçavan.
Navê mêhvanê ku li mala Mela Emîn Oremarî ku hatiye binçavkin ne hate zanîn.
Mela Emîn komkujiya dewleta Tirk a Dêralokê şermezar kiribû.
Ji êvarê ve gelek çalakvanên medenî yên li dijî dagirkeriyê derketine li Dihok û Şêladizê hatine binçavkirin. Lê têkildarî hejmara binçavkiriyan heya niha ti zanyariyeke zelal bidest neketiye.