Şervanên QSD`ê zêdeyî 2 hezar sivîl ji herêmên bajarokê Hecîn û gundewarên wê rizgar kirin û ew ber bi herêmên rizgarkirî yên gundewarên Dêrazorê ve birin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de korîdorên ewlekariyê ava kirin û zêdeyî 2 hezar sivîlên ji aliyê çeteyan ve weke metal dihatin bikaranîn rizgar kirin.
Piraniya kesên hatine rizgarkirin extiyar, zarok û jin in.
Çeteyên DAÎŞ’ê ji bo pêşî li reva sivîlan bigirin û nehêlin şervanên QSD’ê bi pêş ve biçin, li herêmê gelek mayin bi cih kirine. Ji ber mainan gelek mirovên sivîl mirin û birîndar bûn.