Di encama herdu bombebaran de 4 welatiyên ji Dêralokê û bajaroka Hêtûtê şehîd bûbûn. Lê heya niha jî agahî ji 2 ciwanên di dema bomberanê de li geliyê Reşawa li ser ava Zê bûn ne hatiye girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker 23’yê Çileyê geliyê Reşawa û gundê Hêtûtê bombeberan kiribûn. Di encama herdu bombebaran de 4 welatiyên ji Dêralokê û bajaroka Hêtûtê şehîd bûbûn. Lê heya niha jî agahî ji 2 ciwanên di dema bomberanê de li geliyê Reşawa li ser ava Zê bûn ne hatiye girtin.
Cenazeyê Azad Şahîn û Wehîd Baqî piştî bûyerê bi çend saetan hatin dîtin, lê agahî ji ciwanên bi navê Rêdar Mihemed Tahir û Azad Mecîd ku li heman cihî masî digirtin, nayê girtin.
Malbat û xizmên herdu ciwanan bi rojane li herêmê li zarokên xwe digerin, lê heya niha jî ti agahî ji wan negirtine û hîn jî xebatên lêgerînê berdewam e.
Heman rojê gundê Hêtûtê ya dikeve çiyayê Sitas ya ser bi Şêladizê jî hatibû bombekirin û di encamê de du welatiyên ji bo kar çûbûn gundê xwe şehîdbûbûn. Di dema lêgerînê de cenazeyên du welatiyên bi navê Ziyad Hecî Zêro û Bextiyar Hesen ji bin enkaza şikeftê ku balafiran lê xistibûn, hatibûn derxistin.