Asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê PDK’ê rojnamevanek û du çalakvanên civaka sivîl li Akrê binçavkir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Zextên li ser rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl yên li herêma Behdînanê berdewam dikin. Asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rojnamevanê bi navê Guhdar Zêbarî û dû çalakvanên civaka sivîl binçavkir. PDK Guhdar Zêbarî û her du çalakvanan li xala derketina navçeya Akrê a ser bi Dihokê ve binçavkir.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin rojnamevan û her dû çalakvanên din birine Asayîşa Dihokê.
Di rojên dawî Hikumeta Herêma Kurdistanê kesên ku tevlî çalakiyan dibin û rojnamevanên rastiyan ji civakê re radigihînin dike hedef. Duh jî asayîşa gelek çalakvanên civaka sivîl li Dihok û Şêladizê binçavkiribû. Herwiha ofîsa televziyona NRT ya li Dihokê jî ji aliyê asayîşê ve hate girtin.
Ji bilî wê asayîşê Berpirsê Tevgera Azadî yê Herêma Behdînanê Mela Emîn Oremarî bi sedema li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê derketiye binçavkir.