Li Merter’a Stenbolê di febrîqeyekî sedemekî nehat zanî şewat derket.
STENBOL- Li semta Merterê ya ku girêdayî navçeya Güngören a Stenbolê da, li fabrîqeya vexwirekên alkoldar a çendek berê ku hatibû valakirin da ji ber sedemeka nediyar şewat derket.
Bi 22 maşîne û 43 personelên ku ji Gungoren, Kocasinan, Bağcilar, Şîşlî, Davutpaşa, Sultangazî, Seyrantepe, Turgutreis û Başakşehîrê, destekarî li şewatê hat kirin.
Di van rojên dawîn da, peydabûna gelek “şewatên sedemnedîyar” ên ku li metropolên Tirkîyeyê pêk tên balê dikişînin.
Her wiha gelek caran Tevgera Ciwanên Şoreşgêr(DGH) ragihandibû ku ew şewatên “ji ber sedemên nedîyar”pêk hatine girtine ser xwe.