Hate zanîn ku li navçeya Wan Erdîş’ê parêzerên navê Bayram Çiçek û Bariş Hezer hatin binçav kirin.
WAN- Li navçeya Wan Erdîş’ê serê sibê di serdegirtina malan de parêzerên bi navê Bayram Çîçek û Bariş Hezer hate binçav kirin. Sedema binçavkirina parêzeran nehat zanîn. Cendermeyên dagirker parêzeran birin Adlîyeya Erdîşê.
Ji ber piştgiriya parêzeran ji parêzerên hatine binçavkirin, derdora Edliyeya Erdîşê polêsên dagirker dorpêç kiriye.