Kordînasiyona Ciwanên Kurd di derbarê serhildana gelê Şeladizê de daxuyaniyeke nivîskî dan. “Em bawerin bi yekîtiya gelê xwe faşîzma dewleta Tirk parçebikin û Kurdistaneka azad misoger bikin”.
NAVENDA NÛÇEYAN- Kordînasiyona Ciwanên Kurd di derbarê serhildana gelê Şêladizê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî dan.
Daxuyanî wiha ye:
Em wek Kordînasiyona Ciwanên Kurd çalakiya gelê Şeladizê li hember dagirkerya dewleta Tirk silav dikin û piştgiriya xwe ji wan re radigihînin,faşîzma Tirk êrîşa xwe li tevahiya Kurdistanê pêşdixin û dixwazin rûmeta gelê Kurd binpê bikin,dewla Tirk bi êrîşa xwe ya hewayî azmanî û avakirina qereqola xwe li ser axa Kurdistan dixwazin îrade û vîna gelê me ji bo azadiyê bişkînin, lê ew nizanin ku bi hezaran ciwan amadene bibne fedaya axa xwe çewa li Bakur û li Rojavayê Kurdistan her roj ciwana derba li dagirkera dixin, em di wê baweryê dene ku ciwanên behdînanê li Başurê Kurdistan ji dagirkera re bikine gurstan . her kes dizanê êdî Kurd ne Kurdên berê ne, Ciwanên Kurd jî êdî şiyarbûne û dagirkeryê qebûl nakin.
Em bawerin faşîzma dewleta Tirk a dagirker tu cara nikarê bi Balefir û Tankên xwe îrada gelê Behdînan bişkîne.
Em bi her awayî destek didin çalakyên paqijkirina axa Kurdistanê çi li Başûr be çi Rojava be .
Dewleta Tirk a dagirker êrîşa xwe li tevahî Kurdistan dimeşîne her roj Bakurê Kurdistanê bombebaran dike û li Efrînê dagirkerî zilim û işkence li dijî gelê me dike.
Niha jî dixwaze histên gelê behdînan bişkîne. Ji bo vê yekê jî helwesta gelê Şeladizê bi temamî di dema xwe de bû
û yekîtiya gelê Kurd da nîşandin emê bi ruh û canê xwe bi gelê Şeladizê re ne. Em bawerin bi yekîtiya gelê xwe faşîzma dewleta Tirk parçebikin û Kurdistaneka azad misoger bikin. Em hemû şehîdên vî raperînê bi rêzgirtin bi bîrtînin.