Komîna Filîm a Rojava ya Sînamageriyê bi hevkariya Ajsana Rûmaf rêzefilîm ku balê dikişîne ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê û Berxwedana Serdemê, li navçeya Ehdas a Şehbayê pêşkêş kirin.
ŞEHBA- Komîna Filîm a Rojava ya Sînamageriyê bi hevkariya Ajsana Rûmaf û bi amadebûna bi dehan şêniyên navçeya Ehdasê ya herêma Şehbayê 4 filîm ku balê dikişîne li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê û Berxwedana Serdemê, pêşkêş kirin.
Filîmên hatin pêşandan “Afrînerên hêviyê, çavên rêwî, zeytûna sor û biriq û filîmeke din bi navê “Aras” ku ji aliyê Ajansa Rûmafê ve hatiye derhênerkirin.
Filîm dê li navçeyên Til Rifet, Şêrawayê, gundê Babnisê, Til Qerah û kampa Serdemê jî werin pêşandan.