Leyla Guven; ““Silav ji bo we. Di serî de ez berxwedana we silav dikim û pîroz dikim. Hûn xêr hatin ser seran û çavan hatin. Ez pir baş im. Min merq nekin, şev baş.. xêr û silamet ser seran û çavan bin.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Civaka Demokratîk (BDP) ya navçeya Rezanê ji bo piştevanîkirina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 82’an a greva bêdawî û bêdorveger de ye li pêşiya mala wê ya li kom bûn. Girseya gel a bi deqan li ber derê malê kom bûn û dirûşim qîrkirin, Guven derket ser şibakeya malê û bi sembola serketinê gel silav kir.
Guven a gel li ber şibakeyê silav kir got: “Silav ji bo we. Di serî de ez berxwedana we silav dikim û pîroz dikim. Hûn xêr hatin ser seran û çavan hatin. Ez pir baş im. Min merq nekin, şev baş.. xêr û silamet ser seran û çavan bin.”
Girseyê jî bi yek dengî dirûşmên ‘Leyla Rûmeta Me Ye’ û ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ qîr kirin.