Berxwedana Kobanê bû kilîta têkbirina çeteyên DAIŞ’ê. Ji her aliyê Kurdistanê ve Kurdan xwe kirin mertal û ciwan herikîn Kobanê.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di 15’ê Îlona sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajarê Kobanê kirin. Şêniyên Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştgirya dewleta Tirk a dagirker, warê xwe bi cih hêlan û derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. ji her çar parçeyên Kurdistanê ciwan hatin Kobanê û li dijî çeteyên DAIŞ’ê tekoşîn kirin. Barîn Kobanê Yek ji Şervanên ku cihê xwe di berxwedaniya Kobanê de digirt berxwedaniya bajarê Kobanê ji mere parvekir.
Barîn Kobanê di derbarê berxwedaniya Kobanê de wiha anî ziman: Şerê berxwedana Kobanê di 15’ê Îlona sala 2014’an de dest pêkir, 2015’an de şerekî pir giran li Kobanê çêbû şerekî ne normal hebû, di wê dema şerê giran de min jî cihê xwe di şer de girt, wê demê şerê bajêr bi dawî bûbû bajêr hatibû rizgarkirin, di wir de me qerîdora Kobanê û Cizîr vekir û em hatin Kobanê.
rojekê em li Kobanê man û piştre derbasî gundanbû di dest pêkê de em derbasî gundê Ebîrken nêzî seatekê me li berxweda piştî wê dîrek em derbasî gundê Sêvê bûn li gundê Sêvê jî em 4 rojan di wir de me bi berxwedanîke mezin dest bi operesiyonê kir di wir de cihê çeteyan ne diyarbû, bi coş û heyecana hevalan û kîna wan a li beramberî dijmin berxwedanîke pir mezin hate meşandin.
Barîn di berdewamiya axaftina xwe bal kişand li ser berxwedaniyên ku li gundan kirine û wiha got: Piştî wê operesiyonê em derbasî gundê Bexbetanê di wî gundî de jî me operesiyon dest pêkir ji ber ku me gundê Kobanê nasnedikir û êrîşên dijmin her diçû zêdetir dibûn di wê demê de girûpa me heval Asmîn bû şehîd Dîrok bû û 5 hevalên xurt bûn. Di wir de kumkujî çêbû hem li wir çêbû û hem li bajêr jî çêbû, di wê demê de çeteyên DAIŞ’ê cilê me yên leşgerî li xwe dikirin û êrîşî me dikirin ji bo ku em bêjin hevalên mene em bersivê nedin wan, bi wan cilên meyên leşgerî dayik, bav û zarok dikuştin ji bo ku gel ji me bitirsînin.
Di wê demê de me biryar da ku çi dibe bila bibe em ê tekoşîna xwe li beramber çeteyên DAIŞ’ê berdewam bikin, bi berxwedaniya xwe me ew gund jî rizgarkir. Piştî ku me ew gund jî rizgarkir em derbasî gundê YPJ’ê bûn, dema ku em derbas dibûn çeteyên DAIŞ’ê bi erebeyan û dûşqayên xwe êrîşî me dikirin ji bo ku werin çeteyên xwe yên kuştî û birîndar bibin lê ema me nehişt ku werin kuştiyên xwe bibin.
“Her şehîdek ji me re dibû soza xurtkirina berxwedanê”
Piştî wê em derbasî gundê Keperepnê bûn, demeke dirêj em li wir man her tim dijmin bi hawinan êrîşî me dikirin 3’ê hevalên me li wî gundî birîndarbûn. Di wê demê de şer pir giran bû, her ku li kêleka me hevalên me şehîd diketin yan jî birîndardibûn dibû soza xurtkirina berxwedanê. Li gorî ku ewqas şer giranbû me bi moral şerê xwe dikir, bi şev ji bo ku em xewnekin me xwê di xist çavên xwe, tevî hemû zehmetiyên ku me didît tekoşîna me berdewam bû.
Di dema ku em di şerê giran de heval serhed cihê xwe di guhert bi siyûqastî birîndarbû, piştî wê heval Alî bi hêris bû û di dema ku êrîşî çeteyên DAIŞ’ê dikir bi pêşde diçe mayinek di teqe di wê demê de şehîd dikeve. Ez û heval Silêman di wê teqînê de em birîndardibin.
“Binketina Kobanê xeyala Erdogan bû”
Rastiyeke berxwedana Kobanê heye ji ber ku berxwedana Kobanê bû mîna namûsekê ji me re, ji ber ku her tim dewleta Tirk a dagirker digot Kobanê ket, me bi coş û mûralê xwe nehişt ku xeyalên dewleta Tirk a dagirker pêk were. Bi wê kêfxweşiya xwe me hêz ji hevalên xwe digirt, rastiya berxwedaniya Kobanê mirov çiqasî binirxîne kême.
NC \ NÛDA ELEFTERYA- ANDOK OZGUR