Li Stenbol’ê Rêxistinên Ciwanan ji bo pişrtgiriya gelê Venezuela’yê çalakî hate li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Duh êvarê Li Dolmabahçe ya Stenbolê rêxistinên ciwanan li dijî emperyalîzmê bi şiyara “Li Dijî Emperyalîzmê li gel Gelê Venezuelanin” çalakiyeke piştgiriyê hate li dar xistin.
Rêxistinên ciwanan ku bi daxuyaniyekî hevpar piştgiriya xwe li dijî emperyalîzmê ji gelê Venezuela’yê eşkere kirin, piştê daxuyaniyê diruşmên “Wê emperyalîzm têk biçe, Gelên berxwe didin wê serbikevin” û “Emperyalistno, hevkarno, Fîloya 6’mîn bîrnekin” berz kirin û çalkiya xwe dawî kirin.