AMED – Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbunê yên di pêşengiya Leyla Guven de didome li navçeya Amed Farqîn’ê ciwanan li dijî Alaya Leşkerî ya 10’mîn a Sîlvan’ê çalakiyeke bi bombeya dengê pêkanîn.
Di derheqa encama çalakiyê de agahiyek zelal nehat destxistin. Lê ciwanan diyar kirin ku ev çalakî ji bo bîranîna gerillayên ku li Qendîlê şehîd ketinê û ji bo bîranîna Şehîd Siyabend Farqîn hatiye kirin.