Li dora Baregeha Sîrê ya ku hatiye şewitandin bi sedan pêşmerge hatine bicîhkirin û kontrola hêrêmê tê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî xwepêşandana gel ku 2 welatî hatin qetilkirin û 6 jî birîndar bûn, li Şeladizê û Duhokê 31 kes hatibûn binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de siyasetmedar, welatiyên ku ji Bakûrê Kurdistanê ji ber pêktuyan xwe spartine Başûr û rojnamevan jî hene. Her wiha ofîsa televîzyona NRT ya Duhokê hatibû girtin.
Her wiha li dora Baregeha Sîrê ya ku hatiye şewitandin bi sedan pêşmerge hatine bicîhkirin û kontrola hêrêmê tê kirin.
Navendên Teşkîlata Netewî ya Îstîxbaratê (MÎT) a Tirkiyeyê yên li herêma Duhokê jî, ji aliyê pêşmerge û asayîşê ve tên parastin. Dîsa li ser rêyên herêmê hatinû çûn tê kontrol kirin, nasname tên pirsîn.