Çeteyên DAIŞ‘ê ku li bargeha asê mane ji QSD‘ê xwestin korîdoreke mirovî ji wan re veke da ku ji Idlibê biçin Tirkiyê.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) pêşdeçûnên xwe yên di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de didomîne.
çeteyên DAIŞ‘ê yên ku di bargeha dawî de asê mane ji QSD‘ê xwestin ku korîdorên mirovahiyê ji bo wan veke da ku ji Idlibê biçin Tirkiyê.
QSD‘ê daxwaza çeteyan red kir û ragihandin ku çeteyên DAIŞ‘ê di rêjeyeke biçûk de li gundê Baxoza Jorîn asê mane. Çeteyên DAIŞ‘ê ji bo pêşketinên şervanên QSD‘ê asteng bikin sivîlan wekî mertalên zindî bi kar tînin.
Pêşdeçûnên şervanên QSD‘ê li gundewarên Dêrazorê didome. Çeteyên DAIŞ‘ê di rêjeyeke 6 km2 asê mane.