Em li vir hewl didin, çandê zêdetir weke mane, qanûna avahiyê û zindîtiyê diyar bikin. Em wexta behsa civakê dikin, em di çarçoveyeke teng de çandê weke cîhana maneyê ya civakê, qanûna wê ya exlaq, zîhniyet, huner û zanista wê terîf dikin. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye.
ABDULLAH OCALAN
ÇAND:
Em bi awayekî giştî dikarin çandê weke yekparebûna tevahiya watedarî û avahiyên civaka mirov di pêvajoya dîrokî de pêk aniye bidin naskirin. Em avahiyên pêkhatine weke tevahiya saziyên li veguherînê vekirîne didin naskirin û manedanan jî dikarin weke asta naverok an jî manedanê ya bi hev re ya saziyên vediguherin ên dewlemend û cûrbicûr bidin naskirin. Em bi teşbîhekê dikarin baştir bidin naskirin. Mirov avabûnê dikare weke çarçoveya berbiçav a avahiya madî, maneyê jî weke qanûna wê ya bi fikir, bi his, naveroka berbiçav a çarçoveyê û ya wê dilebitîne diyar bike. Em dikarin bibêjin, em li vir nêzî têgînên Hegel ên ‘xweza’ û ‘tîn’ê bûne. Nexasim mirov dikare bibêje maneya Hegel dused sal berê li van têgînan bar kiriye û naveroka danasîna wî ya van têgînan bi pêşketinên zanistî yên piştre dewlemendtir bûye.
Di çarçoveyeke teng de jî têgîna çandê tê terîfkirin. Em li vir hewl didin, çandê zêdetir weke mane, qanûna avahiyê û zindîtiyê diyar bikin. Em wexta behsa civakê dikin, em di çarçoveyeke teng de çandê weke cîhana maneyê ya civakê, qanûna wê ya exlaq, zîhniyet, huner û zanista wê terîf dikin. Di vê çarçoveya teng de saziyên polîtîk, ekonomîk û civakî têne yek-kirin û di çarçoveyeke berfireh de danasîna giştî ya çandê tê kirin. Ango li ser vî bingehî weke naverok û sazî maneya xwe hebe mirov dikare weke hebûn behsa civakê bi xwe bike. Eger bi tenê behsa civaka sazî yan jî manedayî were kirin, têra xwe mirov pê dixape. Civakeke taybet têra xwe gihiştibe asta sazîbûn û manedanê dikare weke hebûn bibe xwedî nasname û bê binavkirin. Bi tenê behsa civaka manedan an jî sazîbûnê were kirin û di nava civakên bi vî rengî de fikirîna jiyaneke mirovane, çawa di tevahiya civakên dîrokê de hatiye gotin, wê weke şaşî, jirêderketin, bêexlaqî û kirêtî were qebûlkirin û mehkûmkirin.
Piştî ku civakek ji aliyê sazîbûnê ve were belavkirin, mirov êdî nikare behsa maneya wê û çanda wê ya teng bike. Di rewşeke wisa de sazî weke taseke avê ya tijî ye. Piştî ku tas şikiya, eşkere ye ku mirov nikare behsa avê bike. Eger mirov behs bike jî ew av êdî ne ji bo xwediyê tasê, ji bo erdên din an jî xwediyên qabên din herikî ye û bûye hêmaneke jiyanê. Encama ji destdana zîhniyet, estetîk û maneya civakî bêtir xeternak e. Di rewşeke wisa de mirov dikare behsa rewşa zindiyên serê wan hatine firandin û bi tenê di cihê xwe de diperpitin bike. Civakeke cîhana xwe ya estetîk û zîhniyetê jidestdayî dişibe berateyekê ku ji rizînê re, bi awayekî hovane ji parçebûn û xwarinê re hatiye terikandin. Ango ji bo mirov civakekê weke çand bide naskirin, şert e ku mirov ji sedî sed wê di nava yekparebûna manedan û sazîbûnê de binirxîne. Di vê mijarê de mînaka herî berbiçav rastiya civaka Kurd e ku gelekî dramatîk pêk tê. Ji ber ku hem ji aliyê sazîbûnê, hem jî ji aliyê jidestdana zîhniyet û manedanê ve gelekî hûrhûrî parçe bûye, mirov dikare civaka Kurd weke ‘civaka qirkirina çandî’ bide naskirin.
ZIMAN
Têgîna ziman têkiliya xwe xurt bi têgîna çandê re heye. Di çarçoveyeke teng de ziman bi awayekî bingehîn têgîna sereke ya qada çandê ye. Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin. Ziman bi xwe bi destxistina civakê ya zîhniyet, exlaq û estetîkê, kombûna his û fikrê ya civakî ye; his û mane serwext bûne, xwe îfade dikin, bûne hebûnên mejiyî û xwedî nasnameyê. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê maneyê, ew qas hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin. Civakên xwediyê vê rastiyê jiyaneke wan a manedar a zîhniyet, exlaq û estetîkê nabe û eşkere ye ku heta ji holê rabin wê weke civakeke nexweş mehkûmê jiyaneke trajîk bimînin. Civakên mane, exlaq û estetîka xwe ji dest bidin, nirxên wan ên civakî jî bi tenê ji bo nirxên mêtinkaran dibin madeya xam a bi karanînê. Weke encam mirov dikare bibêje; mînak ziman weke li cem Kurdan be, civakeke di vê rewşê de ji aliyê madî ve wê heta dawiyê xizan bibe û bikeve rewşeke parçeparçebûyî ango gelekî eşkere ye ku ji aliyê mane, exlaq û estetîkê ve wê bi şaşî, xayîn û kirêt bijî û nikaribe ji vê xilas bibe.