Gerillayên Azadiya Kurdistanê li ruxmê şert û mercên Kurdistanê di meha dawî de li Îdîr’ê li dijî dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bibandor derdixin. Bi taybet jî çalakiyên li dijî ‘yekineyên veşartî’, dewleta Tirk a dagirker li herêmê bêçare hêştiye.
HABER MERKEZİ- Çalakiyên ku bi pêngava şoreşgerî Serhed’ê de tê li darxistin ji aliyê Navenda Ragihandina HPG ve tê diyar kirin.
Ji wan çalakiyan ku dewleta dagirker a Tirk û ragihandina wî ku digot gerilla qediyaye diderewîne yê meha dawî ev in:
Li derdora Qereqola Axurî ya Îdirê
3’yê Çile artêşa TC’ê ya dagirker li derdora Qereqola Axurî ya Îdirê bi desteks yekîneyên veşartî operasyonek daye destpêkirin Yekîneya ku ji leşkerên dijmin pêk hatî û ya ku derketî operasyonê demeke dirêj ji hêla hêzên me hatine kontrolkirin û 4’ê Çile saet 02.00’an li dijî vê yekîneyê çalakiyek pêk anîne.
Hêzên me bi hevdemî li hin mewziyên li qereqolê jî dane. Çalakî ji mesafeyeke nêz hatine kirin û di encamê de tespît bûyî 5 leşkerên dijmin hatine kuştin.
Li dijî yekîneyeke veşartî ya li derdorî Qereqola Korxan
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê, 24’ê Çile saet derdora 12:00’an li dijî yekîneyeke veşartî ya li derdorî Qereqola Korxan a Îdirê çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiya karîger de li dijî yekîneyên dijmin, bi kêmamî leşkerek hatiye kuştin.
Li dijî qereqola gundê Axûrî ya navçeya Îdir Başanê çalakî li dar xistin
“Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Serkeftina Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhadê didome, roja 18’ê Çileyê saet 16:30’an li dijî leşkerên li kûleyê ya ku ewlehiya qereqola Axûrî ya navçeya Îdirê Başanê, digirtin, çalakiyek kirin.
Hêzên me li kûle û leşkerên li kûleyê reşandin. Di encama çalakiyê de çend leşker hatin kuştin û çend birîndar bûn, diyar nebû.
Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran bi rasthatinî li qadê reşand.”
Çalakiya li dijî yekineya veşartî ya Girê Kor
”Artêşa TC’ê ya dagirker ev demeke li qada Kirê Kor ê Îdirê bi deteka yekîneyên xef kemînan datîne. Li dijî van yekîneyên dijmin ku ji hêla hêzên me ve hatin kontrolkirin û şopandin û bi çarçoweya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger ku li Eyaleta Serhedê didome çalakiyek hatiye kirin. 20’ê Çile saet 14.45’an derbeke serkeftî li yekîneya dijmin hatiye xistin û tespîtbûyî 1 leker hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker qad bombe kiriye.