NAVENDA NÛÇEYAN– Faşîzma serokçete Erdogan li her derê bandorê dike, heta li ser girseyê xwe jî bibandor e. Bi afirandinê xwe yê faşîzmê civak êdî nikare hilm jî bigire, dema derdikeve derveyî qesrê civak bigiştî difetise.
Di dîmenek ku ji alîyê bikarênerên Tora Civakî de hate dîtin, dema serokçete Erdogan ji nimêja înê ji mizgeftê derdikeve hemû rê tên girtin, di derdorê de jiyan ji aliyê polêsên faşîst ve bi giştî tê sekinandin.
Seroköete Erdogan bi dehan vesayîtên ewle ve derdorê xwe bi parastinê xwe ve xwe ji gel qaşo diparêze. Ji bo vê welatiyek vê kişand û kir rojev.
Jina ku vê mijarê xist rojevê û dîmen kişandiye di dîmenê de wisa dibêje: “Ev 20 deqqe ye tramway nayê. Herkes bendê ye ku konvoy biqede û tramway were. Wesayîtek dupişk jî tê, li hewayê jî helîkopterek. Yuh rastî jî yuh.!”