Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîdê li Hamburgê çalakî li darxistin.
ALMANYA- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîda gira a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêşengî kir li bajarê Almanya Hamburg’ê meşek li darxistin.
Her wiha ciwanan nivîsên ji bo piştgiriya çalakvanan li ser dîwaran nivîsandin. Ciwanan di çalakiyê de diruşmên “Bijî Serok Apo” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.
Ciwanan diyar kir ku heya tecrîd rabe wê çalakiyên xwe bidomînin.