Asayîşa PDK’ê li ser daxwaza rayedarên Tirk li herêma Behdînanê hemû welatiyên ku li dijî dewleta Tirk a dagirker derketine digire binçavan. Duh êvarê jî li bajaroka Hêtûtê ya ser bi Şêladizê asayîşa PDK’ê mamosteyekî dibistanê yê bi navê Seyîd Erkan Mihemed Tahir ku dema diçû li dibistanê ders bide binçavkir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Operasyona binçavkirina welatiyên li dijî dagirkeriya Tirk derdikevin ya asayîşa PDK’ê li Behdînanê daye destpêkirin dewam dike. Di vê çarçoveyê de duh mamoste Erkan Mihemed Tahir yê ji bajaroka Hêtûtê dema diçû dibistanê ders bide hat binçavkirin.
Di 23’yê Çileyê de di encama bombebarana artêşa Tirk a li dijî gundê Hêtûtê û geliyê Reşawa da 4 welatî jiyana xwe ji dest dabûn û agahî ji 2 kesan nayê girtin.
Gelê Şêladizê jî 26’ê Çileyê li dijî komkujî ûdewleta Tirk a dagirker bi tevlîbûna welatiyên Dêralok, Hêtûtê, Siriyê û gundên derdor ser baregeha Tirk a Siriyê de girtin û dan ber agir. Leşkerên Tirk jî gule berdabûn ser xwepêşanderan û di encamê de zarokek 13 salî şehîd bûbû. Paşê ji bo girseyê belav bikin artêşa Tirk balafirên şer rakirin û diencama dengê zêde yê balafiran de kesek bi temen yê nexweşiya xwe ya dil hebû jiyana xwe ji dest da.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî komkujiya dewleta Tirk lêborînê ji Tirkiye xwest û ragihand ku ewê kesên ku li dijî dewleta Tirk a dagirker derketine lêkolîn bikin û cezayên pêwîst li wan bibirin. Piştî axaftina serokwezîrê hikûmeta herêmê Nêçîrvan Barzanî li parêzgeha Dihok û Şêladizê pêla binçavkirina welatiyan û rojnamevanan destpêkir. Li gorî agahiyên ku bidest ketine heya niha zêdeyî 50 kes li Dihok Û Şêladizê hatine binçavkirin. Duh komek ji van kesên hatine binçavkirin serbest hatin berdan lê hîn jî beşeke zêde di girtîgehê de ne.