HDP’ê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê û li dijî tecrîdkirina li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi çalakiyan kirin.
AMED- HDP, ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û 281 girtiyên li girtîgehan ku li dijî tecrîdkirina li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûne de ne, li avahiya KCD’ê dest bi nobeta çalakiyan dikin.
Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye didome. Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de dest pê kiriye, di roja 84’yemîn de berdewam dike. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 71’an de berdewam dike. Çalakiya grevê ya li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 45’an de, çalakiya koma ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 46’emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 281 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne. HDP, ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û 281 girtiyên li girtîgehan ku li dijî tecrîdkirina li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûne de ne, li avahiya KCD’ê dest bi nobeta çalakiyan dikin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca piştgiriyê bidin daxwazên çalakgerên di grevê de bernameyek derxist. Li gorî bernameyê her roj dê 2 parlamenterên HDP’ê ji bo nobeta çalakiyê dê li avahiya KCD’ê ji bo Leyla Guven ziyaretan qebûl bikin. Nobet dê li avahiya KCD’ê ya Amedê pêk bê. Nobeta çalakiyê dê sibê bi tevlêbûna 6 parlamenteran dest pê bike. Di nobetê de dê çîrokê çalakgerên li zindanan di çalakiyê de bên vegotin û xwendin. Leyla Guven dê bi rêya dîtbarî beşdarî nobetê bibe û peyaman bide.