Li Lavrîonê ya ku li Herêma Attîkaya Rojhilat a Yewnanistanê ye, ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê û dijî tecrîda li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan meşek hate li darxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji ber ku çalakgerên greva birçîbûnê û girtiyên di greva birçîbûnê de rewşa wan a tendirustiyê giran bûye, li Lavrîonê bi sedan kes daketin qadan û xwestin tecrîd were rakirin.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG û YPJ’ê hatin hildan û hate xwestin ku bila daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bên bicihanîn.
Çalakgeran diyar kirin heke ku derbarê rewşa grevên birçîbûnê tiştekî neyînî pêk were, ew ê berpirsên vî tiştî dewleta Tirk a dagirker û hikumetên Ewropoyê bin