Endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edeneyê Mihrîban Kiliç di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin hate berdan.
EDENE –Polîsên dagirker di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hat destpêkirin, serê sibê avêtibûn ser mala endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edeneyê Mihrîban Kiliç û ew binçav kiribûn. Hat zanîn ku Kiliç ber bi êvarê hate berdan.