Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad îşev li bajarê Swîsre Solothurn’ê belavok belav kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad îşev li bajarê Swîsre Solothurn’ê belavok belav kirin. Ciwanên ku di seatên êvarê de navenda bajar de hatin gel hev belavokên bi zimanê Almanî belav kirin. Di belavokan de agahiyên di derheqa tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û di derheqa greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven pêşengiya wî kir cih girt.
Ciwanên ku li navenda bajar di derheqa grevên birçîbûnê bêdem de agahî dan, bal kişandin li ser rewşa tenduristiyên çalakvanan a ku roj diçe girantir dibe.