Li Şirnexê Namzeta HDP’ê ya Şaredariya Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de 22 siyasetmedarên jin hatibûn binçavkirin. Kûtlû jî di nav de ji kesên hatin binçavkirin 10 jê hatin berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Du danê sibehê li Şirnex û 6 bajarên din bi awayekî hevwext polîsan avêt ser malan. Di avêtina ser malan de 22 siyasetmedarên jin hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin Hevseroka Şaxa Sendîkaya Genel-Îş’ê ya Şirnexê Zeynep Îdîn û Ayfer Şahîn Bîlîcî duh piştî îfadeya li dozgeriyê hatibûn bernda.
Îro jî, ji kesên hatin binçavkirin hinek jê sewqî edliyeyyê hatin kirin. Emîne Erkûş, Felek Çakar, Salîha Esmeray, endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a DBP’ê Kumrî Yuruk, Halîme Tarak, Sîbel Erk û Leyla Yildiz bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Her wiha Namzeta HDP’ê ya Şaredariya Cizîrê Berîvan Kûtlû jî bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hat kirin û dadgehê bi heman şertî ew berda.
Namzetên HDP’ê yên Şaredariya Şirnexê Şîrîn Kilinç û Leyla Kilinç, Hevseroka DBP’a Bajêr Ayşe Altay û Hevseroka DBP’a Navçeya Navendî ya Şirnexê Nûriye Bîlîr jî di nav de, kesên hîn jî di bin çavan de wê sibê sewqî edliyeyê bên kirin.