Ji ber parvekirinên xwe yên Tora Civakî li Îzmîr’ê 14 welatî hatin binçavkirin.
ÎZMÎR- Qirkirinên Siyasî beriya hilbijartinê li dijî Kurd û dijbera serdestan ji aliyê bloqa faşîst AKP-MHP ve didome. Îro serê sibê bi hinceta ku li ser tora civakî propaganda kiriye 14 welatî hatin binçavkirin.
14 kesê ku hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Îzmîr’ê.
Hefteya berê Wezeretê Hundirîn Suleyman Soylu gotibû ku ewê ji parvekirinên tora civakî re mudaxele bikin.