NAVENDA NÛÇEYAN- Qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawîn de didome. Şervanên QSD`ê rojane bi sedan sivîlan rizgar dikin. Di vê çarçoveyê de şevê din piştî ku korîdorên ewle hatin vekirin, şervanan 150 sivîl, di nav de 2 jin û zarokeke Êzidî ku ji Şengalê ne, rizgar kirin.