“Di derhaqê salvegera 20’emîn a komploya navnetewî li dijî Rêberê Gelan malbatên welatparêz axivîn û hestên xwe li ser rojên ku bi Serokatî re man anîn ziman.”
QAMIŞLO- Ji destpêka derketina grûba Apoyî di sala 1973’an de û heta roja îro jî Serokatî bi hezar hemwelatiyên xwe û însanên di hemû cîhanê de perwerde û bandor kiriye. Bi dahûrandinên xwe li ser civak û dîroka Kurdistanê û bi nêzîkatiyên xwe li hemberî gelê xwe Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bûyê sembola têkoşîna azadiya gelên Rojhilata Navîn.
Ji ber vê jî di sala 1998ân de hêzên împeriyalîst bi pêşengtiya operasyona Gladio ya NATO komployekî navnetewî li hemberî Serokatî pêşxistin û bi vî şeklî dixwastin Tevgera Azadiyê ku hêza xwe ji fikir û ramanê Rêber Gelan Abdullah Ocalan distînê tesfiye bikin.
Lê belê ev komplo na tene li ser şexsa Rêberê Gelan hatiye meşandin, hîn zêdetir komploya 15. Sibatê wek êrîşekî li ser hemû gelên azadîxwaz tê nirxandin.
Di vê derheqê de Nuçe Ciwan bi gelê welatparêzan axivî ku hestên xwe ji bo Rêberê Gelan xwe anîn ziman.
Bavê Şehîd Newroz Seydo, Mihemed Elî ku sala 1995’an de çû sahaya Serokatî li Libinanê wiha axivî: “Serokatî bi zaroka re zarok bû û bi ciwanan re ciwan bû û bi kala re kal bû, wilo her kes dît ku ev Serok rastî jî Rêberê vê gelê ye.”
1992’an de jî Mamoste Faris Murad û Murşîde Abdullah çend car derbasê sahaya Serokatî bûn. “Dema em derbasê sahê bûn em wek jin pir matmayî man. Serokatî hat û bi me re hemû henek kiriye. Piştî vê jî Şehîd Sakine Cansız hat û em hemû derdora wê kom bûn û me pirsa jiyan û tekoşîna wê li zindana Amedê kir.”
Bi israr hemû gelê me ku ji me re behsa bîraniyên xwe bi Serokatî re kiriye, komploya navnetewî ya 15 Sibatê şermerzar dikin û soza xwedîderketina Serokê xwe dûbare kirin.