Di bin slogana “Soza me emê pergala îmralî bişkînin, bi Rêber Apo re azad bijîn” ji aliyê gel û Ciwanan ve çalakiya konê greva birçîbûnê di roja xwe ya 4’emîn de berdewam dike bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya ku di roja xwe ya 4’emîn de ye.
SEREKANİYÊ – Bi dehan gelên Serêkaniyê û Ciwanan tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya ku li bajarê Serêkaniyê ji aliyê gel û ciwanan ve di roja xwe ya 4’emîn de ji bo şermezarkirina tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û pişttgiriya berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê bi pêşengtiya Leyla Guven ve berdewam dike.
Her wiha çalakî bi gelek navan hate bi navkirin “Bi rihê berxwedana zindanan emê tecrîdê parçe bikin” û ” Soza me emê pergala îmralî bişkînin, bi Rêber Apo re azad bijîn”.
Di çalakiyê de çalakvanê bi navê mehmûd xelîl ji ajansa me re axivî û got: “Em weke ciwanên serêkaniyê ev roja me ya 4’emîn e em di nav çalakiya greva birçîbûnê de ne heta roja îro û çalakiya me berdewam e .
Mehmûd wiha berdewam kir :”Em weke ciwanên bajarê Serêkaniyê em piştgiriya xwe ji bo çalakvanên greva birçîbûnê û berxwedana zindanan nîşan didin ev weke tiştekî biçûk em dikarin ji Rêber Apo re û berxwedêrên zindanan re bikin . Em weke gelê Kurd kes nikare azadiya me bistîne û berxwedana me berdewam e
Tê diyarkirin ku ew ê çalakî berdewam bike da ku azadiya Rêber APO pêk bê.