Di 14’ê Tîrmeha 2011’an de 29’emîn salvegera dest pêka çalakiya berxwedana Zindana Amedê ya greva birçîbûnê de Xweseriya Demokratîk a Kurdan hat îlan kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Kongra Civaka Demokratîk (KCD) di 14’ê Tîrmeha 2011’an de li ser xwestek û pêşniyarên Sazî û Civaka Kurd li hev civiyan û di wê civînê de biryara îlan kirina Xweseriya Demokratîk a Kurdan dan. Ya ku biryar bi raya giştî re parve kir. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk kir. Piştî wê biryar hate qebûl kirin ku Kurd Xweseriya xwe ya Demokratîk îlan bikin.
Armanca îlan kirina Xweseriya Demokratîk a Kurd ew e ku: “Di çarçoveya mafên gerdûnî yên mirovan de li ser feraseta welatiyê hevbeş û yekîtiya axê, her wiha li ser perspektîfa Neteweya Demokratîk girêdayi Yekîtiya Neteweyî ya gelên li Tirkiyeyê dijîn wekî gelê Kurd Xweseriya Demokratîk îlan dikin.”
Gelê Kurd piştî îlan kirina Xweseriyê li her deverên Kurdistanê û li her bajarên wê bi girsayi dest bi pîrozbahiyan kirin. Pîrozbahiyên ji bo îlankirina Xweseriya Kurdan di nava Kurdan de ser 40 rojî re domand.
Piştî îlan kirina Xweseriya Demokratîk di nava çend heyvan de ser 10 hezaran re beşên wê yên cûda cûda hatin avakirin. Saziyên Kurdan yên Çapameniyê, rêveberên yên ziman û çand ên Kurdî mezopotamya û hwd, hatin avakirin û bi dehan saziyên Kurdan ên cûda hatin avakirin.
Lê Dewleta Tirk a dagirker ev qebûl nekir û li dijî îlan kirina Xweseriya Demokratîk dest bi êrîşên xwe kir, bi gotinên xwe re yên ku ji devê rayadarên xwe da gotin, ku ew Xweseriya Kurdan qabûl nakê bi hinceta ku nasnama wan nîne ji ber vê yekê Xweseriya wan qebûl nake. Ji xwe piştî îlan kirina Xweseriya Demokratîk, êdî dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşê hemû Saziyên Kurdan kir.
29 salan beriya civîna Kongra Civaka Demokratîk (KCD) di 14’ê Tîrmeha 1982’an de girtiyên Kurd yên di Zindana Amedê de îlana greva birçîbûnê kiribûn û di encamê de ji pêşengên PKK’ê Xeyrî Durmuş di nav de Gelek şoreşgerên Kurd ên weke Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Alî Çîçek, Ferhat Kurtay, Mehmût Zengîn, Eşref Aynik, Necmî Oner, Akîf yilmaz . Çi di encama berxwedaneke bêhempa de jiyana xwe ji dest dan. Di 29 salvegera destpêka greva birçîbûnê de, li navenda Bakurê Kurdistanê li Amed îlana Xweseriya Demokratîk hat ragihandin.